Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay diyar kir ku li Tirkiyeyê kes nikare tekilî jiyana kesî be, welat derketiye wê astê û wiha got: "Em ji wan kesan in ku tekilî jiyana me bûne. Em ji ber vê gelekî êşiyan. Loma divê her bawerî, her kes çi dibe bila bibe bikaribe bibêje ku 'Ez li vî welatî azad dijîm. Li welatê me şikir tu kes tekilî min nabe.' Em mecbur in ku vê biparêzin. Heke em vê neparêzin Tirkiye dê têkeve nav tengasiyan. Em ji bo vê hewl didin. Ne têkilbûna jiyana kesan, heke kesek vê bîne bîra xwe, beravajî vê me qanûna cezayê çêkir."
Alîkarê Serokwezîr Atalay li Komîsyona Bûdçe û Planê de pirsên parlamenteran bersivand.
Atalay diyar kir ku der barê pêvajoya çareseriyê de rexne tê kirin ku agahî nedane parlamentoyê ev rexne wî xemgîn dikin û got ku heta ji destê wan tê ew van xebatan eşkere dimeşînin û wiha got: "Wisa dikin da ku ji bo welatiyan jî zelal be. Çi dibe û nabe divê bê zanîn."
Atalay diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bê nirxandin li parlamentoyê komîsyonek hatiye avakirin û wiha axivî: "Me xwest ku di parlementoya me de partiyên me pêvajoyê binirxînin û em agahiyan bidin wan. Dema ku parlemento bixwaze em agahiyan didin."
"Dîwar tune, çênabe û dê çênebe jî"
Atalay der barê dîwarê tê gotin ku di navbera Nûsaybîn û Suriyê de tê çêkirin de jî wiha axivî: "Dîwar mîwar tune. Tirkiye ne welatekî wia ye ku li ber sînorekî xwe dîwarekî çêbike. Belkî têlên li wir hinekî bên qewînkirin, tiştekî wisa dibe. Me qet tiştekî wiha negot, ji devê me tu kesî peyveke wiha derneketiye. Ez nizanim tiştekî wiha ji ku derket ku tê gotin ku li ber sînorê Tirkiyeyê dîwar tê çêkirin. Dîwar nayê çêkirin û dê neyê çêkirin jî."
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ji bo pêvajoya çareseriyê jî wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ya ku em tê de ne, ne pêvajoya dayîn û hildanê ye. Ne pêvajoyeke serketin û binketinê ye. Ne pêvajoyek e ku em tawîzan didin. Ev pêvajo pêvajoyek e ku êdî hatiye fêmkirin ku tundî ne rê û dirbek e. Tundî hatiye terkandin, fikr û siyaset hatiye îlankirin, ev pêvajo pêvajoyeke wisa ye."
Atalay diyar kir cudatî dewlemendî ye, pêşeroj dê li ser nirxên hevpar bê çêkirin. Atalay diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşeke ku tu kes kêm û piçûk nayê dîtin, her kes jiyan, bawerî, fikr, nirxên netewî û manewî re rêzê nişan dide, bi xweşbinî hev du re miemele dike tê avakirin.
Atalay got ku Tirkiye mecbur e ku zagoneke sivîl amade bike û vê temam bike. Heke ev neyê temamkirin di demokrasiyê de mirov nikare ku bigihÊje armancên xwe.