ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran ya ku li Avahiya Navend ya Serokwezîriyê hat lidarxistin, daxuyanî dan û pirsên rojnamevanan bersivand.
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der barê darizandina Serokomarê ewil yê hilbijartî yê Misrê Muhamed Mursiyê ku bi derbeyê ji kar hat dûrxistin de got ku "wisa xuya ye ku dê Mursî di girtîgehê de bimîne. Înşallah di encama darazê de encamekî ku ji bo daraza Misrê bibe rûreşî dernekeve."
Arinç bangî Ewropa û Amerîkayê jî kir û wiha pê de çû: "Tekane daxwaza me ji Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerryê ku van rojan Misrê ziyaret kir û ji welatên Rojhilat û Ewropayê yên ku têkiliyên xwe yên bi Misrê re berdewam dikin ew e ku li Misrê ji bo vegerina demokrasiyê guh nedin dadgehên wiha çêkirî û sucdarker, girtina hin rêxistinan. Divê demildest bi hemû aliyên civakê re biçin hilbijartinan û li hember biryarên gel rêz bigirin."