Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku "Divê her kes vê yekê fehm bike. Kesê ku çek bigire destê xwe, serî li îllegalîteyê bide dê dewletê li hember xwe bibîne. Dê tu carî destûrê nedin tu rêxistinên paralel, saziyên alternatîf, derketina terorê, rêxistinên îllegal."
Akdogan beşdarî merasima mehra Kubra Yazici û Omer Wehbiyê kurê Arîkarê Misteşarê Wezareta Teknolojî, Pîşesazî û Zanistê Yunus Emre Karaosmanoglu ya li Tesîsên Civakî yên Golbaşiyê yên Dîwana Muhasebatê bû.
Şaredarê Keçîorenê Mustafa Ak mehr birî û Akdogan, Wezîrê Werzîş û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Cîgirserokê Koma AK Partiyê, Parlementerê Kahramanmaraşê Mahîr Unal, Serokê Şaredariya Mezin a Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu, Şaredarê Çankiriyê Îrfan Dînç, Şaredarî Îlkadima Samsûnê Erdogan Tok şahidiya mehrê kirin.
Arîkarê Serokwezîr Akdogan vir axivî û gote jin û mêrê ku hev qet xemgîn nekin, her dem piştgirî bidin hev.
-"Gelek rêxistinên terorê Tirkiye kirine hedefa xwe"
Akdogan destnîşan kir çiqas parve bikin rojên dijwar dê ew qas zû derbas bibin û diyar kir ku wek welêt di van rojên dawîn de hin pirsgirêkan re rû bi rû man û got ku Xwedê rehma xwe li polês û leşkerên ku şehîd ketin û welatiyan bike. Akdogan got "Niha gelek rêxistinên terorê Tirkiyeyê kirine hedefa xwe" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em wek Tirkiye li hember hemû rêxistinên terorê û saziyên îllegal têkoşîneke mezin didin. Em gelek bibiryarî têkoşînê dikin. Her kes divê vê yekê fehm bike. Kesê ku çek bigire destê xwe, serî li îllegalîteyê bide dê dewletê li hember xwe bibîne. Dê tu carî destûrê nedin tu rêxistinên paralel, saziyên alternatîf, derketina terorê, rêxistinên îllegal. Di vê çarçoveyê de çi hewce bike hemû saziyên dewletê dikin û dê bikin jî. Hûn çawa bi malbatî li hember wan zehmetiyan disekinin em jî wek gel dê înşeallah bi hev re li hember zehmetiyan bisekinin û bi hev re ji van rojên dijwar derbas bibin. Cenabê Heq arîkariya me bike."