Endamên PKKya rêxistina terorê li Lîceyê rê birîn û polêsek revandin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li herêma Abaliyê terorîstan rêbeja Diyarbekir-Bingolê birîn û otomobîla Vedat Kayayê ku bi malbata xwe re ji Mêrdînê diçû Mûşê û li Midûriya Ewlehiyê ya Gungorena Navçeya Stenbolê peywirdar e, diajot dan seknandin.
Terorîstên hîn bûn ku ajokar polês e xanima wî û zarokên wî serbest berdan û pişt re Kaya revandin.
Ekîbên Jendirmeyan li herêmê xebat dan destpêkirin.