Nihat Kavşut
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: "Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Ermenistanê da bi midaxeleya dewletên sêyemîn ku hedê wan nîne çareser nabin, encax bi diyaloga herdu dewletan çareser dibin."
Kiliçdaroglu ji ser hesabê xwe yê Twitterê ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê biryarnameya "24ê Nîsanê wek roja bîranîna komkujiya Ermeniyan îlan dike" îmze kir bertek nîşan da.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir biryara Macronê Serokomarê Fransayê nayê qebûlkirin û wiha got: "Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Ermenistanê da bi midaxeleya dewletên sêyemîn ku hedê wan nîne çareser nabin, encax bi diyaloga herdu dewletan çareser dibin."