Türkan Tosun
25 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven got: "Li gor lîsteya ku di 23ê Adarê da hat nûkirin, 146 hezar û 669 kesên wefat kirine, yên çûne eskeriyê û yên heqê wan ê welatîtiyê ji destê wan çûne wê nikaribin ray bidin."
Çêkirina avahiyê Lijneya Hilbijartina Bilind temam bû û li avahiyê mesaiya ewil dest pê kir.
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven di meqama xwe ya nû da pirsên nûçegihana AAyê bersivandin.
Guven got hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adarê da çêbibin wê li vî avahiyê nû bên rêvebirin û spasiya hemû kesên keda wan di çêkirina avahiyê nû da heye kir.
Guven anî ziman amadehiyên Lijneyên Hilbijartinê yên Bajêr û Lijneyên Hilbijartinê yên navçeyê yên ji bo hilbijartinê temam bûne û xwest her welatî here raya xwe bi kar bîne.
Der barê hilbijartinê da Guven wiha axivî: "Demokrasî wiha pêk tê. Ez hêvî dikim encam ji bo welat û gelê me li ser xêrê be, hilbijartineke baş, ya bê qeza û bê bela be."
- Lîsteyên hilbijêran hatin rojanekirin
Guven got ji 23ê Adarê pê va lîsteyên hilbijêran hatine rojanekirin û wiha dewam kir: "Li gor lîsteya ku di 23ê Adarê da hat nûkirin, 146 hezar û 669 kesên wefat kirine, yên çûne eskeriyê û yên heqê wan ê welatîtiyê ji destê wan çûne wê nikaribin ray bidin."
Guven got li bajarên Adiyaman, Agirîr Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzingan, Erzorom, Gazîantab, Gîresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletî, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir, Kilîs di serî da wê li 31 bajaran di navbera saet 07.00-16.00an da ray bên dayîn, li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da ray wê bên avêtin.