Li 25 bajêran operasyon birin ser rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ, PKK û MLKPyê û di operasyonan de 371 kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê di "operasyonê şefaqê" ya ku Midûriya Şûbeya Îstixbaratê ya Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr û komandoyên jendirme û ekîbên Fermandariya Jendirmeyan a Yenîmahallayê kirin de raserî malên li Taxa Yakacikê yên ku endamên YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê lê dimînin, kirin.
Di operasyonê de M.Ayê (32) tê nirxandin ku berpirsyarê rêxistinê yê Enqereyê ye û M.A.Yyê (23) ku ji ber sûcên li ser navê rêxistinê lidarxistina meş û xwepêşandanên bêdestûr, beşdariya çalakî û xwepêşandanan lê digeriyan û kesek din hatin binçavkirin.
Kesekî ku hatibû binçavkirin pişt re serbest berdan. Endamên din ên rêxistinê yên hat tespîtkirin ku li Enqereyê di nav rêxistina PKK/YDG/Hyê de cî digirin, ji rêxistinê re endaman dibin, beşdarî xwepêşandanên bêdestûr bûne sewqî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kirin.
Di operasyoneke din de derket holê ku 9 gumanbarên ku li Kobanêyê di pevçûnên ku ketinê de birîndar bûn li mêvanxaneya Egîtîm-Senê bi destê doxtorekî hatine dermankirin û mêvanxane wekî nexweşxaneyê tê bikaranîn.
Di lêgerîna ku hat kirin de dest danîn ser gelek melzemeyên tibî û belgeyên rêxistinî.
-Muameleyên gumanbaran ên ku hatin binçavkirin ên li ewlehiyê berdewam dikin.
Hat ragihanin ku di operasyonên li paytextê 10 jê biyanî 26 kes hatin binçavkirin.
-Operasyona ku navenda wê Konya ye
Li Konya, Enqere û Manîsayê di operasyonên ser DAEŞê de 16 kes hatin girtin. Hat ragihandin ku ji bersûcan jinika bi navê F.Kyê di nav kesên ku li tevahiya Tirkiyeyê bi îdiaya ku "êrîşkarê xwekujiyê ye" lê digerin de ye.
-Stenbol
Ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê sibê li Beyoglu, Bahçelîevler, Gazîosmanpaşa û Sûltanbeyliyê di heman demê de operasyon birin ser 28 navnîşanê.
Firokeya polêsan û ekÎbên midûriya şûbeya Hêzên Herekata Taybet jî piştgirî dan operasyonê û di operasyonê de 8 kesên hat îdiakirin ku endamên YDG/Hyê ne hatin binçavkirin.
Di lêgerînan de 2 dermançeyên bêrûhsat, gelek berik, belgeyên rêxistinê û melzemeyên dijîtal hatin bidestixistin.
-Diyarbekir
Li Diyarbekirê der barê YDG/Hyê de li navenda bajêr û navçeyên Bismîl, Erxanî, Silvan û Lîceyê operasyon birin ser 90 navnîşanan û 53 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ji bo ku kiryarên û kesên bi çalakiyên êrîşa çekdar a ser sazî û rêxistinên kamûyê û hêzên ewlehiyê, êrîşên bibombe, molotofan û bi fişengên hewayî û kesên ku bi wan re di nav têkiliyan de ne bi melzemeyên sûcê re bên girtin, operasyon kirin. Di operasyonan de li 50 navnîşanan 3 ji wan temenbiçûk 31 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonan de 3 dermançe, 3 tifing, 4 şarjor, 60 fişeng, 77 kartûş, 2 kêrên ku dibêjinê "pala" û belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin.
Li navçeyên Bismîl, Sîlvan, Erxanî û Lîceyê di 40 navnîşanan de lêgerîn hat kirin û 22 kes hatin binçavkirin.
Hat tespîtkirin ku ji gumanbaran M.Î ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê digeriyan.
Di operasyonê de 2 tifingên nêçîrê yên bêrûhsat, 2 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin bidestxistin.
-Mêrdîn
Li Kiziltepe, Mîdyat û Nisêybîna navçeya Mêrdînê ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re di heman demê de operasyon birin ser hin navnîşanên der barê YDG/Hyê de.
Di operasyonan de 21 kesên ku Hasan Bozkurtê Serokê Navçeya Nisêybînê yê berê yê HADEPa ku hat girtin jî hebû, hatin girtin.
Li Kiziltepe û Mîdyatê 6 dermançe, belgeyên rêxistinê û gelek berik hatin bidestxistin.
-Şirnex
Di operasyona ku li Cizîra navçeya Şirnexê hat kirin de 5 kesên hat tespîtkirin ku di bin banê YDG/Hyê de faliyetê dikin û beşdarî xwepêşandanên bêdestûr ên bişîdet bûne hatin binçavkirin.
Di lêkolînên ku îkametên gumanbaran de hatin kirin de 342 guleyên keleşan, 32 fişengên hewayî, pêyên çekên lûledirêj ên ku dibêjinê bîksî, kasatura û 3 kêrên ku wek xençerê tê zanîn hatin bidestxistin.
Dîsa di çarçoveya heman operasyonê de li hawirdora Cizîrê 4, li hawirdora navçeyê jî 6 kes hatin girtin.
-Batman
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr der barê kesên hat diyarkirin ku di nav şaxa ciwaniyê ya PKKyê de ne li hin navnîşanên li taxên Saglik, Baglar, Pazaryerî, Beşevler û Hîlalê lêgerîn hat kirin.
Di operasyonan de 16 kesên hat tespîtkirin ku tevî xwepêşandanên bêdestûr ên li bajêr bûne hatin girtin.
-Sîîrt
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Sîîrtê der barê endamên YDG/Hyê de di heman demê de operasyon kirin û 4 kes hatin binçavkirin.
-Îzmir
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Îzmirê di çarçoveya xebatên ku ji bo deşîfrekirina faliyet û çalakiyên PKKya rêxistina terorê dike de li navçeya Menemenê li Taxa Asarlikê operasyon hat kirin, di operasyonê de 8 kes hatin binçavkirin.
Hat gotin ku gumanbaran li ser navê YDG/Hyê faliyet kirine, di xwepêşandanên bêdestûr ên li bajêr û çalakiyên şîdetê organîze kirine.
Hat diyarkirin ku di navnîşanên gumanbaran de gelek belgeyên rêxistinê û alayên qaşo yên PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin û li 5 kesan digerin.
-Aydin
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Aydinê di heman demê de operasyon birin ser navnîşanên kesên tê îdiakirin ku endamên rêxistina terorê PKKyê ne.
Digel taxên Ovaeymîr, Osman Yozgatli û Telsîztepeyê li navçeyên Germencîk, Nazîllî û Sokeyê jî operasyon hatin kirin, di operasyonan de 19 kes hatin binçavkirin û gelek belgeyên rêxistinê hatin dîtin.
-Wan
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Wanê di heman demê de operasyon birin ser 30 navnîşanên ku berê hatibûn diyarkirin ên ser YDG/Hyê. Ekîban 16 gumanbar binçavkirin.
Di lêgerînan de dermançe, tifing, gelek fişengên hewayî û belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin.
-Antalya
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Antalyayê operasyon bir ser binşaxa MLKPya rêxistina terorê. Di operasyonê de 14 kes hatin binçavkirin.
Meha borî operasyon biribûn ser navnîşaneke heman rêxistinê, di mala ku terorîst wir nebûn de 20 bombeyên ku bandora wan a parçeyê heye û gelek belgeyên rêxistinê hatibûn bidestxistin.
-Edene
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Edeneyê û tîmên Hereketa Taybet berdestê sibê operasyoneke ku bi firokeyan piştgirî didinê kir û raserî gelek malên di taxên cuda de kir.
Di operasyonê de 54 kesên hatin îdiakirin ku endamên DAEŞ û YDG/Hyê ne hatin girtin.
-Bûrsa
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bûrsayê piştî êrîşa terorê ya li navçeya Sirûcê û der barê gumanbarên ku di xwepêşandanên ku li Bûrsayê hatin kirin de kevir avêtin polêsan û xwepêşander dikirin û zarokên biçûk teşwîq dikirin ku tevî xwepêşandanan bibin xebat dan destpêkirin.
Di operasyona bi piştgiriya li Yildirima navçeya navend ekîbên Midûriya Şûbeya Hêzên Çeleng û Asayîşê 7 kesên tê îdiakirin ku endamê PKK û YDG/Hyê ne hatin girtin.
-Şanliûrfa
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Şanliûrfayê der barê PKKyê de li navend, navçeyên Ceylanpinar, Sirûc û Bîracikê di heman demê de operasyon birin ser 40 navnîşanan.
Polêsên herekata taybet jî beşdarî operasyonê bûn û 20 kesên tê îdiakirin ku têkiliya wan bi şaxa ciwaniyê ya rêxistinê re hene, hatin binçavkirin.
-Adiyaman
Ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr li navenda bajêr bi beşdariya gelek polêsan di heman demê de operasyon birin ser gelek navnîşanan.
Di operasyonê de 15 kes hatin binçavkirin.
-Hekarî
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê li Yuksekovayê navçeya Hekariyê operasyon birin ser Navenda Çandê ya Yuksekovayê ya li Xaçerêya Girtîgeha Kevn.
Di operasyonê de 2 kesên tê îdiakirin ku endamê YDG/Hyê ne hatin binçavkirin.
-Mûş
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Mûşê di heman demê de der barê YDG/Hyê de li navenda bajêr û navçeya Bulanixê operasyon kirin. Di operasyonê de S. O, Y.S, H.T û E.A hatin binçavkirin.
-Tûncelî
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Tûnceliyê berdestê sibê di heman demê de operasyon birin ser hin navnîşanan.
Bi îdiaya ku endamê PKKya rêxistina terorê ne Îmam K., Sînan Ç., Celal C, Duzgun A. û Ahmet K. hatin binçavkirin. Dest danîn ser hin flaş, dokuman û belgeyên ku li mal û otomobîlên gumanbaran de hatin bidestxistin.
-Erzîncan
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Erzîncanê berdestê sibê di heman demê de raserî 8 navnîşanan kirin.
8 kesên tê îdiakirin ku endamên DAEŞa rêxistina terorê û "komên çepgir ên marjînal" in hatin binçavkirin, dest danîn ser hin belgeyên rêxistinî yên ku li navnîşanan hatin bidestxistin.
-Elazig
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Elazigê berdestê sibê di heman demê de êrîş birin ser gelek navnîşanan.
Di operasyonê de bi îdiaya ku endamên YDG/Hyê ne û tê nirxandin ku amadehiya çalakiyê dikin û 8 kesên hat îdiakirin ku têkiliya wan bi DAEŞê re hene, hatin binçavkirin.
-Agirî û Îdir
Di operasyona ku li navenda Agiriyê û hin navçeyan der barê YDG/Hyê de hat kirin de 16 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Îdirê jî di heman demê de operasyon birin ser hin navnîşanên YDG/Hyê yên ku berê hatibûn diyarkirin. Ekîban 6 gumanbar binçav kirin.
-Kocaelî
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê der barê DAEŞê de berdestê sibê li 5 navçeyan di heman demê de operasyon kirin.
Di operasyonê de yek ji wan biyanî 7 kes hatin binçavkirin.
Di navnîşanên gumanbaran de gelek melzeme û belgeyên rêxistinê hatin bidestxistin.
Gumanbarên ku muameleyên wan ên li Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr hatin temamkirin, bi telîmata dozgeriyê serbest hatin berdan.
news_share_descriptionsubscription_contact
