Önder Beyter
19 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag der barê rojevê da daxuyanî da rojnamegeran.
Bozdag di daxuyaniya xwe da bal kişand ku Li Efrînê kar û şixulê Tirkiyeyê hê neqediyaye û wiha got, "Li Efrînê aniha kontrol pêk hat, lêbelê li Efrînê karê Tirkiyeyê neqediyaye. Hê gelek karê me heye ku divê em bikin."
Alîkarê Serokwezîr Bozdagê ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê nirxand, wiha xeberda:
"Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku me li herêma Efrînê pêk anî, armanca wê ne bi tenê berterefkirina terorîstên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞî ne. Ev, ji armancan bi tenê yek e. Armanca herî girîng ew e ku li herêmê projeya damezirandina korîdor an jî dewleta terorê were têkbirin. Tevî encama duh a Operasyona Çiqlê Zeytûnê va projeya damezirandina korîdor an jî dewleta terorê jî hatiye tunekirin û pûçkirin. Di maweya vê operasyonê da bi tu awayî zirar û ziyan negihîştiye perestgeh, dibistan, nexweşxane, wargeh û şêniyên sivîl."
"Ew bi xwe venekişiyan, tirsiyan û baz dan"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag wiha dewam kir, "Rêxistina terorî ew der (Efrîn) ji Tirkiyeyê ra nehiştiye. Di çapemeniya rêxistina terorî da hin nûçe hene ku dibêjin ew bi xwe vekişiyan. Lêbelê ew venekişiyan, ew tirsiyan û baz dan. Fêm kirin ku êdî li hemberî Artêşa Tirkiyeyê nikarin li ber xwe bidin û ji neçariyê baz dan. Heger em li cebilxaneya ku wan li xwe hiştiye, mêze bikin em ê vê yekê baş fêm bikin. Heger terorîst ji neçariyê nereviyana û bi plansazî vekişiyana wê demê wê ew çek li dû xwe nehiştana, wê bi xwe ra bibirana."
Bozdag got ku em li Efrînê ne mayînde ne û wiha dewam kir, "Em jixwe dagirker jî nînin. Armanca oprasyona me ew bû ku herêm ji terorê were safîkirin, aramî, ewlekarî, aştî û îstiqrar were edilandin."