Li Hekariyê ji ber êrîşên terorê li navend û navçeyên bajêr qasî 2 hefteyan "herêma ewlekariya taybet" hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşankirin ku di van demên dawiyê de rêxistinên terorê yên ku di nav sînorê bajêr de çalakiyan li dar dixin zirarê didin gel û pêşketina aboriyê ya bajêr.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyên terorê de welatî nikarin mafên xwe yên cîvakî û aboriyê pêk bînin û nikarin seyehat bikin, welatî di jiyana xwe ya rojane de gelek tengasiyan dikişînin û mexdûr dibin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pêkanîna ewlehiya mal û canê welatiyan, domandina rewşa ewlehî û hizûrê, li dijî êrîşên terorê ji bo parastina dewlet û milet Walîtiya Hekariyê ji bo pêkanîna ewlehî û esayîşê li gor mewzuata eleqedar hemû tevdîran digre û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya van tevdîran de li gor qanûna Herêmên Ewlekariyê û Herêmên Qedexe yên Leşkerî ya bi jimara 2565ê li Daxlica û dorberê wê ya ku di nav sînorê Yuksekovayê de ye, texma Dîkenpinarê, Taxa Alanduzê, Zozana Dîlekliyê, Çiyayê Îkîyakayê, herêma ku di nav Belqistepeyê de dimîne, Çiyayên Îkî Yakayê-Sat Sîvriyê, Pişta Evretkumeyê, Gevenakurkêtepe, Omerkuyusutepe, Karanîşrîtepe, Pişta Sernoholayê, Şervînetepe, Lebaydektepe, Havretepe, tanga Zozana Kahtayê, rojavayê Taxa Bozkayayê, Çiyayên Daxlicayê, tanga Eşektepeyê, herêma ku di navbera Meydanpurumuz, gundê Çanakliyê, Gundê Ogulê, texma Yoltepeyê, Çiyayê Arsanê û Katirgedîgîyê de dimîne ya girêdayî navenda bajêr di navbera 5-19ê tebaxê de wek "herêma ewlekariya taybet" hat îlankirin."