Endamên PKKya rêxistina cihêxwaz rêya di navebra Şenqaya-Oltuya nevçeyên Erziromê û Goleya navçeya Erdexanê birîn, propagandaya rêxistinê kirin û paşê jî agir berî 3 tiran dan.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, komeke çekdar a PKKyî li tanga Degirmenlîdereya taxa Şenqayayê rê birî û wesayît da sekinandin.
Terorîstan ajokar ji wesayîtan peya kirin, demekê propagandaya rêxistinê kirin paşê jî agir berî 3 tirên şirketeke taybet dan û ji herêmê revîn.
Wek mayîn, wesayîteke ku ji rê re derbas dibû dît ku terorîstan rê birîne nesekinî û revî. Endamên rêxistinê gule berî wesayîtê dan. Kesên di wesayîtê de birîndar nebûn û xilas bûn.
Hêzên ewlekariyê ji bo girtina terorîstan xebat dan destpêkirin û ji bo ewlehiyê tevdîr hildan û rê ji çûyîn û hatinê re girtin.