Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz beşdarî civîna "Rapora Danasîna Tirkiyeyê ya World Energy Outlook 2014an" bû. Piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivand.
Yildiz li ser pirsa vejenê, rewşa Iraqê û Tirkiyeyê got ku Tirkiyeyê ji hêla vejenê ve serkeftineke mezin bi dest xist û di qada navneteweyî de jî ji xwe ev tê dîtin.
Yildiz daxuyand ku heta sala 2040an Iraq di dinyayê de ji hêla neftê ve wê di nav van welatên girîng de cih bigre û wiha axivî: "14 milyon warêl wê heta sala 2040an zêde bibe. Herî kêm 4 milyon warêlên ji vê wê li Iraqê bibe. Tirkiye çawa dikare ku di mijarên der barê Iraqê de bêxem tevbigere?"
Wezîr Yildiz daxuyand ku Tirkiye wê pêwendiyên xwe yên bi Bexda û Hewlêrê di pêşerojê de jî bidomîne û wiha got: "Me li Bexdayê bi hempîşeyên xwe re civînên pir baş kirin. Di nav vê hefteyê de roja pêncşemê jî li Enqereyê civîneke hevkariyê ya stratejîk wê bê kirin. Birêz Serokwezîrê Iraqê jî wê bê û em ê bi hempîşeyên xwe ve hemû mijaran bi hurgilî biaxivin."
Yildiz got ku Tirkiye ji bo ku bi şirketên nû re di mehên pêş me de peymanan bike amadehiyan dike û wiha axivî:
"Li Bexdayê, li gor çarçoveya TPAOyê peymanên ku me kirin, li Hewlêrê peymanên me kirin wê li Iraqê hecma bazirganiya derve ya vejenê wê bêtir zêde bibe. Her diçe em vê baş fêm dikin. Li Iraqê bêaramî jî, aramî jî me eleqedar dike. Ji bo ku li Iraqê rewş normal bibe, çi ji destê Tirkiyeyê tê wê bike. Tiştên ku em niha dikin jî ew e."