NEVŞEHÎR
Li Nevşehîrê pifikeke hewaya germ hişk danî ji ber wê jî gaz derket holê. Agir bi gazê ket û di bedena 18 kesên di pifikê de şewat çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin pifika hewaya germ a ku tûrîst tê de bûn berdestê sibê ji bajaroka Goremeya girêdayê navendê bi hewa ket. Hewl didan ku di dawiya tûrê de pifikê li ser Geliyê Uzengiya li bajaroka Ortahîsara girêdayî navçeya Urgupê danin lê pifik ji ser sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin hişk danî.
Ji ber ku pifikê hişk li erdê xist hinek gaza di pifikê de derket holê û agir bi gazê ket. Ji ber wê jî di bedena pîlot û tûrîstan de şewat çêbû.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.
Nûnertiya Nevşehîrê ya Hewageriya Sivîl û ekîbên jendirmeyan li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
-Piraniya birîndaran ji nexweşxaneyê hatin derxistin
Midûrê Tenduristiyê yê Nevşehîrê Dr. Rahîm Unlubay da zanîn ku pifik li gor 20 kesî ye û di qezayê de 18 kes birîndar bûn.
Unlubay li Walîtiya Nevşehîrê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku qeza ne ji ber ketinê ji ber hişkdanînê ye û got ku "Pifik hinek aliyê selikê ve wergeriyaye. Pifik li gor 20 kesî bû. Me 18 kesên ku birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyê."
Unlubay da zanîn ku ji kesên ku di pifikê de bûn 14 kes çînî, 2 kes DYAyî, kesek brezîlyayî, 2 kes welatiyên Yewnanistanê û kesek jî tirk bû û ev agahî dan:
"Me hemû birîndar neqlê nexweşxaneyên li navenda bajêr kirin. Di nexweşxaneya me ya dewletê de 6, li nexweşxaneyek taybet 7, li yekê din jî 5 birîndar hene. Rewşa giştî ya nexweşan gelekî baş e. Birîndarên me yên xedar tunin. Di pîlotê de muxtemelen ji ber wergerandina xortumê şewat heye. Şewat ji dereceya yekem in. Mil û serê wî hinek şewitî ye."
Unlubay qal kir ku piraniya birîndarên ku li Nexweşxaneya Dewletê tên dermankirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin û got ku li bendê ne ku hemû birîndar di demek nêz de ji nexweşxaneyê bên derxistin.