Muhammet Kurşun
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
KERKÛK
Li Wîlayeta Kerkûkê ku yek ji herêmên binîqaş e pêvajoya dengdana ji bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê bi hêminî birêve diçe.
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm ku ji aliyê Mehkemeya Federal a Iraqê ji wezîfeya xwe hat dûrxistin li Mekteba Destpêkê ya Germiyanê li Kerkûkê dengê xwe da.
Kerîm piştî dengdanê bo rojnamevanan axivî û wiha got:
"Ji sibe pê ve em hêvîdar in ku bi aliyan re bikevin guftûgoyê. Dost û hevpeymanên me û welatên cîran dê arîkariya me bikin ku em vê pêvajoyê bi awayekî aştiyane pêşve bibin. Ji îro pê de tehdîd û gotinên nexweş li pişt me man, îdî wextê diyalogê ye. Divê em bikevin diyalogê da ku em ji bo xelkê Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ve pêşerojeke geş û aram binyad bînin. Înşellah dê Kerkûk her aram bimîne."
Li ser pêkhateyan jî got: "Kerkûk ne tenê ya Kurdan e. Ya Tirkmen, Asûrî, Ereb û hemû pêkhateyên din e jî."