25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Bulent Tufenkçî der barê nûçeyên ku dibêjin derîyê sînor ê Xabûrê yekalî hatiye girtin de wiha got: "Niha derî nehatiye girtin, piştî kontroleke baş em destûrê didin wan kesên ku ji aliyê Iraqê tên, derbas bibin."
Tufenkçî der barê rewşa dawîn a li ber deriyê sînor ê Xabûrê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Piştî ku Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo referandumê paşve gav neavêr hin nûçe hatin weşandin û hat gotin Tirkiyeyê deriyê sînor ê Xabûrê girtiye. Wezîr Tufenkçî der barê van îdiayan de wiha axivî: "Niha derî nehatiye girtin, piştî kontroleke baş em destûrê didin wan kesên ku ji aliyê Iraqê tên, derbas bibin. Ji bo wesayîtên ku li hember tên me kontrol zêde kir."
Tufenkçî got hin şofêrên tiran dibêjin ku ew bi fikar in û naxwazin sînor derbas bibin û wiha dewam kir: "Piştî demekê li gor rewşê emê geşedanan cardin binirxînin."