Fatih Gazioğlu
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
ANKARA
Akar: "(Li Rojhilatê Behra Sipî acizkirina keştiya Tirkiyeyê) Li herêmê keştiyên me yên şer xebatên parastinê dikin. Em ê destûrê nedin hewldaneke din."
"(Li Egeyê nîqaşa li ser 12 mîlî) Heger dijî heq û menfeetên Tirkiyeyê biryar bê hildan em ê tevdîrên hewce hildin."
"(Hewldanên Yewnanistanê yên ji bona sînorên avê derxe 12 mîlî) Heger dijî peyman, hiqûqa navneteweyî û têkiliyên cînartiyê biryarê hildin di vî warî da helwesta me eşkere ye. Em ê hemû tevdîrên xwe hildin. Divê her kes bizanibe ku di vê mijarê da em destûrê nadin."
"(Li Egeyê nîqaşa li ser 12 mîlî) Em dixwazin bira kes dest dirêjî heqê kesî neke, li gor peymanan tevbigerin û bi aqlê selîm tevbigerin."
"Tu projeyeke ku Tirkiye û Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur di nav da nebe li herêmê bi ser nakeve û îmkan û îhtimaleke wisa tuneye."
"(Li Egeyê nîqaşa li ser 12 mîlî) Em dixwazin artêş û hêzên me yên çekdar beriya her tiştî di parastinê da bin. Em dixwazin bêyî şer mesele bi hevdîtin û rêbazên aştiyane bên çareserkirin."
"(Yunanistan) Heke ku cîranê me têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra ji fikarên polîtîkaya xwe ya navxweyî derxe wê çêtir bibe."
"Li Îdlibê ji korîdora 15-20 kîlomêtreyî çekên giran û piraniya unsûrên tundraw vekişiyan. Binpêkirinên agirbestê ji sedî 90 kêm bûn."
"(Pêvajoya li Îdlibê) Roja Şemiyê em ê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu ra bi berfirehî li ser vê meseleyê û mijarên din biaxivin. Em dixwazin xebatên li vir bi serkeftî bidomin."
"Piştî hewla derbeyê ya bêbext ya di 15ê Tîrmehê da hin pirsgirêk derketin, lê piştî ku bêbext hatin paqijkirin me dît ku em xurt dibin."
"Em ê bi tu awayî li başûrê Tirkiyeyê destûrê nedin korîdora terorê."
"Di Operasyona Mertalê Feratê da me qadeke 2 hezar kîlomêtroqere ji terorîstan paqij kir û 3 hezar terorîstên DEAŞê yên radîkal berteref kirin."
"Em ê destûrê nedin tu korîdoreke terorê ku ewlehiya Tirkiyeyê û hizûr û rehetiya gelê me xera bike û bibe gef û talûke."
"(Li Minbiçê) Destpêka fealiyetên dewriyeya yekbendî ya ku unsûrên eskerî yên Tirk-Amerîkayê wê bi hev ra bikin, li rojevê ye. Ji bo vê divê pêş da amadehî were kirin, pêvajoya perwerdeyê hewce dike. Vê perwerdeyê jî di 9ê cotmehê da dest pê kir. Ev pêvajo vê gavê li Gazîentabê dewam dike."
"(Eskeriya biberdêl) Heta niha 672 hezar û 306 ciwanên me ji ser înternet û posteya elektronîk serlêdan kiriye."
"(Minbic) Ez dikarim bêjim piştî kutakirina pêvajoya perwerdeyê çend rojan amadehî wê werin kirin û dewriyeya hevgel wê dest pê bike."
"Em hewl didin ku di demeke nêzîk da pergaleke ku her kes di demeke maqûl da eskeriya xwe bike bikin dewrê."
"(Pergala eskeriyê ya nû) Ji hêla civakî û siyasî va tê nirxandin gelo em dikarin ji bo eskeriyê çi bikin û xebat li ber temambûnê ye."
"(Çalên ku li Minbicê hatin vedan) Berî niha li hin bajar û navçeyên me hatin çalkirin. Heman tişt li Efrînê jî çêbû, li wê derê jî hatin çalkirin. Cardin bi pêkutî van fealiyetên xwe îro jî dubare dikin. Em ji nêz va dişopînin. Dema wê hat me tevdîrên xwe hildane, em ê hildin."
"(Eskeriya biberdêl) Hejmara kesên dekontên xwe teslimî şaxên eskeriyê kirine îro 377 hezar û 410 e."
"(Serlêdanên eskeriya biberdêl) Şaxên me yên eskeriyê li ku derê hewce bike wê 24 saetan wezîfeyê bikin. Em ê wisa bikin ku hemû serlêdan beriya 3yê mijdarê biqedin."
"(Pêwîstiya ji bona mala artêşê û mêvanxaneyan) Di vê mijarê de xebatên me bi dawî dibin, bi taybetî Enqere li ber temambûnê ye. Di rojên pêş da înşellah wê bikevin xizmetê."