Elif Orhan
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a ku der barê hilbijartina 31ê adarê da ji bo ku li Stenbolê li 7 navçeyan jimartina dengan bê rawestandin dabû, rakir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Lijneya Bilind a Hilbijartinê ji bo ku li ser îtirazên li Stenbolê hevdîtinê bike civiya.
Li ser serlêdana AK Partiyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya 1emîn a Bayrampaşayê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya 2yemîn a Ataşehirê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya 3yemîn a Umraniyeyê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Beykozê, Lijneyên Hilbijartinê ya Navçeyê yên 1emîn, 2yemîn û 3yemîn ên Fatîhê û Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya 1emîn a Gazîosmanpaşayê biryara jimartina dengên betal dabû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Stenbolê jî daxwaza CHPyê ya wekî "bila ji nû va jimartina dengan wek tedbîr bê rawestandin" qebûl kiribû û biryar dabû ku jimartin wek tedbîr bê rawestandin.
AK Partiyê îtirazî vê biryarê kir û li ser vê yekê LBH civiya û biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a wekî li Stenbolê li 7 navçeyan rawestandina jimartina dengan rakir.
Lijneya Bilind biryara da ku piraniya dengan bi biryara dîsa jimartinê ya lijneyên hilbijartinê yên navçeyê va dest bi jimartinê kiribin bila encamê derxin û encama ku bi jimartina ku ji nû va hat kirin hat bidestxistin ji bo hemû partiyên siyasî û namzedên serbixwe were qebûlkirin.
Biryar hat dayîn ku heke bi awayekî fiîlî dest bi biryara jinûva jimartina dengan a lijneya hilbijartinê ya navçeyê nekiribin jî li gor madeya 112emîn a qanûna bi nimreya 298 divê lijneya hilbijartinê ya navçeyê nirxandinê bike û li gor wê biryarê bide.