Nihat Kavşut
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Em alîgirê wê binemayê ne ku serwerî bê şert û merc a gel e. Têkoşîna ku em didin, encama pabendiya me ya bi vê binemayê re ye."
Çelik li navenda giştî ya AK Partiyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Omer Çelik destnîşan kir careke din dijî Erdogan dest bi çalakiyên propagandaya reş kirine û wiha got: "Weke 'jiyana siyasî ya Erdogan qediya, jiyana siyasî ya AK Partiyê digihêje dawî, Îtifaqa Cumhur bi ser neket.' Em fêm dikin bê qesda wan çi ye. Dixwazin Tirkiye destlawaz bibe. Di navbera van derdorên propagandaya reş yên torên xirabiyê û qatilê êrîşa New Zealandê da tenê dozajek ferq heye, wekî din îzana wan her yek e."
Çelik der barê îtiraza li encamên hilbijartinê yên Stenbolê da wiha axivî: "Namzêdê CHPyê xwedî nêzîkahiyeke ku dibêje 'bila ev pêvajo bê rawestandin'. Ev pêvajo bi awayekî hiqûqî û siruştî bi rê ve diçe, gelo çima jê aciz in, çima dixwazin sekteyê li vê pêvajoyê bixin? Pêwistî bi vê telaşê nîne, pêwistî bi panîk atakê nîne. Bila her kes aram be, her kes rehet be."
Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir alîgirê wê binemayê ne ku serwerî bê şert û merc a gel e û got ku têkoşîna ku em didin, encama pabendiya me ya bi vê binemayê ra ye.
Çelik der barê hilbijartinên herêmî da diyar kir encam çibe bila bibe, em naxwazin teadayî bigihije ti welatiyekî me.
Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bona serdana Anitkabîrê ya Îmamoglu wiha axivî: "Di îmzaya ku avêtiye deftera Anitkabîrê de derket holê ku mixabin îfadeyeke îstismarî heye. Bikaranîna deftera Anitkabîrê ji bo îstismareke wisa helwesteke bêrêziyê ye."
Çelik ji bona bikaranîna sifetê Serokşaredariya Stenbolê ji aliyê Îmamoglu ve wiha peyivî: "Heke herkes li gorî xwe îmzaya meqam, sîfetê meqamî bikarbîne û îmze biavêje vê defterê, heta tu bes karekî bêrêziyê ye."
Berdevkê AK Partiyê Çelik diyar kir di kevneşopiya me de, di kevneşopiya AK Partiyê de ti carî têgehiştineke weke dengdana eşkere, tesnîfa veşartî, qet çênebûye û wiha got: "Em herdem bûne alîgirê şeffadiya pêvajoyên demokratîk. Me îmza avêtin bin serkeftinên ku di encama hilbijartinên şeffaf de hatine kirin.