Wezîr Şîmşek Misirca (Kurtalan) navçeya Sêrtê ziyaret kir û li Parka Atatirkê bi welatiyan re hat bal hev û pirsgirêkên welatiyan guhdar kir.
Şîmşek li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û li ser giringiya pêvajoya çareseriyê û dengvedanên wê sekinî.
Şîmşek destnîşan kir sal û nîvek e ku li Tirkiyeyê li çil û çiya, li deşt û bajaran ciwan namirin û dayîk nagirîn, ev jî dide nîşan ku welêt di rêya rast de ye û wiha pê de çû: "Bi saya serê îrade, hewl û vîzyona namzedê serokomariyê û Serokwezîrê me, pêvajoya çareseriyê hat asteke baş. Heftêya borî di meclisê de bingeha zagonî ya pêvajoyê hat çêkirin. Ev niqteyeke baş e. Hemwelatiyên me yên misircî çiqas destekeke xurt bidin û lê xwedî derbikevin, serkeftina pêvajoyê dê ew qas zêdetir bibe."
Wezîr Şîmşek got ku pêvajoya çareseriyê aborî xurt kir.
Şîmşek beriya ku derbasî Şaredariya Misircê bibe, li ber Parka Ahmedê Xanê wêne kişand.