Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek beşdarî dengdayîna "Wêneyê Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Şîmşek piştî "Merasima Xelata Bacê ya Sala 2013an" ya ku li Odeya Ticaret û Pîşesaziyê ya Bûrdûrê hat li darxistin, beşdarî dengdayîna "Wêneyê Salê" ya AAyê bû.
Şîmşek di kategoriya nûçeyê da wênaya "Ji bira xatirxwestin" ya Alî Hasan hilbijart, di warê jiyanê da jî wêneya "Li Hekariyê Zivistan" a Mesut Varol hilbijart.
Şîmşek got ku eleqeya min jî li ser wênekişandinê heye û wiha dewam kir: "Hemû wêne ji hev xweşiktir in."