02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê xîtabî nunerên turîzmê kir û got: "Em dibînin ku li welatê me çanda tûrîzmê roj bi roj zêde dibe. Em dibînin ku welatiyên me ji hêla tûrîzmê va baldar in, ev jî me kêfxweş dike. Ev hemû ji bo paşeroja sektorê me hêvîdar dike. Rê û rêbaza nirxandina van derfetan ew e ku meriv stratejiyên nû, rê-rêbaz û kampanyayên nû çêke. Niyeta me heye ku em di serî da hejmara tûrîstan bixin 8 milyon. Em di vê mijarê da biryardar in."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hin kes li dijî Tirkiyeyê telaliya felaketê dikin û wiha pê da çû: "Her çiqas hin kes telaliya felaketê bikin jî biyaniyên li welatê me dijîn û kar dikin, derfet û îmkana wan heye Tirkiyeyê bibînin, nas bikin û bijîn. Wezareta me bi sektorê ra hevkariyê dike û derfet û îmkanan ji bo 50 hezar kesên di şirketên biyanî da dixebitin çêdike. Em bang dikin bila tenê kesên li vir di şirketên biyanî da dixebtin na, kesên li navendên wan ên derva jî dixebitin bila ji van derfet û îmakanan îstifade bikin û qet nebe hefteyekê li welatê me derbas bikin."