02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi nûnerên sektora tûrîzmê ra hat bal hev û xitabî wan kir.
Serokomar Erdogan diyar kir li welatê me çanda tûrîzmê roj bi roj zêde dibe û wiha got: "Em dibînin ku li welatê me çanda tûrîzmê roj bi roj zêde dibe. Em dibînin ku welatiyên me ji hêla tûrîzmê va baldar in, ev jî me kêfxweş dike. Ev hemû ji bo paşeroja sektorê me hêvîdar dike. Rê û rêbaza nirxandina van derfetan ew e ku meriv stratejiyên nû, rê-rêbaz û kampanyayên nû çêke. Niyeta me heye ku em di serî da hejmara tûrîstan bixin 8 milyon. Em di vê mijarê da biryardar in."
Erdogan destnîşan kir biyaniyên li welatê me dijîn û kar dikin, derfet û îmkana wan heye Tirkiyeyê bibînin û wiha dewam kir: "Her çiqas hin kes telaliya felaketê bikin jî biyaniyên li welatê me dijîn û kar dikin, derfet û îmkana wan heye Tirkiyeyê bibînin, nas bikin û bijîn. Wezareta me bi sektorê ra hevkariyê dike û derfet û îmkanan ji bo 50 hezar kesên di şirketên biyanî da dixebitin çêdike. Em bang dikin bila tenê kesên li vir di şirketên biyanî da dixebtin na, kesên li navendên wan ên derva jî dixebitin bila ji van derfet û îmakanan îstifade bikin û qet nebe hefteyekê li welatê me derbas bikin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser 'kampanyaya cîranê xwe hilde û were' û wiha axivî: "Em welatiyên me yên li derva dijîn ji aliyekê ve wekî nûnerên turîzmê yên fexrî dibînin. Ez hez dikim welatiyên me yên derva ji bilî ziyareta malbat û eqrebeyan bila bên li Tirkiyeyê tetîlê jî bikin. Lazim e ji betlaneya xwe hefteyekê bi fikra "Tirkiye mala me ye, em welatê xwe nas bikin" ji bo turîzmê veqetînin. Ez ji welatiyên me rica dikim bila tênê ew neyên, bila cîranên xwe, hevalên xwe û dostên xwe jî bînin. A ji ber vê yekê me dest bi 'Kampanyaya cîranê xwe hilde û were' kir."