02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya hevpar a bi Serokwezîra Almanyayê Merkel re kir de wiha got: "Gotina terora îslamîst me misilmanan bicidî aciz dike. Gotineke wiha nikare bê bikaranîn, ne rast e. Lewra îslam û teror nikare bê bal hev. Meneya peyva îslamê aştî ye. Ji ber vê, îfadeyeke meneya wê aştî be heke em bînin li cem terorê, ev wan kesên mensubê wî dînê, xemgîn dike.
Heke em ji ber DEAŞa rêxistina terorê rabin gotina 'terora îslamîst' bi kar bînin, ev meriv xemgîn bike. Ji kerema xwe em vê gotinê nebêjin. Lewra heke ku were gotin, em ê li dijî vê gotinê bin, heke em bê deng bimînin, ev tê qebûlkirin. Ez wek Serokomarekî misilman tu wextî vê qebûl nakim. Vê gavê li ser rûyê dinyayê tu welêt mîna me bi DEAŞê ra têkoşînê nade. Her kes li ser diaxive, lê em di têkoşînê da biryardariya xwe didomînin, em ê bidomînin."
Serokomar Erdogan: "PKK çibe, PYD çibe, YPG çibe, Rêxistina Terorê ya Fetullahî jî ew e. Heke li welatê min kesek li dijî dewletê derbeyê bike, pişt re bireve Almanyayê û li wir sitar bibe û rêveberiya Almanya li hember van... Hûn mafdar in, Wezîrên Dadê divê bi hev re têkîliyan daynin û ji hev re belgeyan û agahiyan bişînin. Lê me 85 kolî belge û agahî şande Amerîkayê jî, em hê benda biryara ku wê darazê bide ne. Em di heman demê de li NATOyê bi hev re ne, du dost in, welatekî mutefîq in. Di van mijaran de bilez biryar dayînê ve ez bawer im emê nêrîna "edaleta ku dereng maye, ne edalet e" paşepêl bikin û heke em demildest bigîhîjin encamekê bi ya min wê baş bibe."