Ji aliyê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Saziya Fikr û Raman a Îtalyayê û Forum El-Şerqê liRomayê panêlek hat lidarxistin. Beşdervan li ser Pêvajoya Çareseriyê axivîn.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglu di panêla ku moderatoriya wê Dîrektorê Lêkolînê yê Forum el-Şerqê Galîb Dalay kir da axivî û diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê demekê bi bûyerên Gezî Parkiyê û pêvajoya 17-25ê berfanbarê va hat dorpêçkirin, lê belê êdî fermîtiya wê heye û tu kes nikarê jê vegere.
Bayramoglu got wer difikêre ku HDPyê ji bendê derbas be, lê belê dibê Pêvajoya Çareseriyê di heyama hilbijartinê da wek amûrekê neyê bikaranîn û ku wisa bikin ev ê bibe xeletî.
Rojnamevan Rûşen Çakir jî di panêlê da xeberda û diyar kir ku tevgera kurd di bûyerên Gezî Parkiyê û pêvajoya 17-25ê berfanbarê da wek mixenitan tevnegeriyê û ji bo defkirina van qirîzan rol hilda ser xwe.
Ji SWPya saziya fikr û ramanan a Almanyayê Dr. Gunter Seufert jî nêrîna Ewropayê nirxand û destnîşan kir ku li ser Tirkiyeyê û polîtîkayên ser Kurdan poltîkayeke Ewropayê tune ji ber vê yekê jî nikarin dînamîkên herêmê baş bibînin. Seufert got ku ji bo ewlekariya Ewropayê Tirkiye esas e.