BÛRSA
Di rojnameyekê de nûçeyeke bi navê "Biryara qedandina Gulen di sala 2004an de di MGKyê de hat girtin" derket.
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê vê nûçeyê de axivî û wiha got: "Dev ji 2004an berdin, AK Partî di dawiya sala 2002an de bû îqtidar. Em ketin 11 saliya xwe. Di 11 salan de di MGKyê de ne li ser vê mijara ku tê qalkirin û ne jî li ser cimaetên dînî, xebatên ku mafên wan ên şexsî asteng bike, bên teqîbkirin û zirarê bide wan nehatine kirin."