TBMM
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di meclisê de 4 parlementerê wê hene êdî di komisyonan de jî dê bê temsîlkirin.
Serokatiya TBMMyê ji bo temsîlkirina HDPê ya di komisyonan de xwest ku bila CHP ji Komîsyona Teşebusên Îqtisadî yên Kamûyê (KÎT) cihekî û MHP jî ji Komisyona Plan û Butçe û Komisyona Lihevkirina bi YEyê re cihekî vala bike.
Serokatiya TBMMyê ji bo vê daxwaza xwe ji her du partiyan re nivîsek şand û xwest ku bila CHP ji KÎTê endamekî xwe û MHP jî ji Komisyona Plan û Butçe û Komisyona Lihevkirina bi YEyê re endamekî xwe derxe.
Li ser vê daxwazê Parlementerê Îstanbûlê yê CHPê Aykut Erdogdu ji endamtiya KÎTê îstifa kir. Lê MHPê piştî her du nivîsên seroktiyê jî tu endamekî xwe venekişand û diyar kir, ji ber ku di meclisê de koma HDPê tuneye hewce nake di komisyonan de cih bigre û ji ber vê sedemê jî tu endamê xwe paşve nekişand.
Seroktiya Meclisê jî bal dikşîne ser Destûra Bingehîn û qanûnên ku komisyon pê hatine avakirin. Serokatî dibêje ku li gor qanûnê di navbera parlementeran de neheqî tuneye. Lê sepandina vê yekê bûye temayul.
Ji parlementeran Sebahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu ji BDPê îstifa kiribûn, derbasî HDPê bûbûn.
Ji bilî wan Levent Tuzelê parlementerê serbixwe yê Îstanbûlê jî derbasî HDPê bûbû.