23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Madem welatên herî pêşketî yên cîhanê bi sîstema seroktiyê tên birêvebirin, wê çaxê di vê derê da taybetmediyek heye. Naxwe em çima jê ditirsin, çima em jê direvin? Derd cuda ye. Di vê mijarê da, lêveger di serî da TBMM, piştre ê gel be. Lê belê ez di wê baweriyê da me, êdî parlemento û partiyên me yên siyasî di hember vê mijara ku bûye xwestikeke eşkere û bihêz ya gelê me, bê hesasiyet nabe. Ez ji we muxtaran hêvî dikim ku hûn vê mijarê hem li ba gelê me û hem li ba partî û siyasetmedarên me bînin rojevê û bîr û fikrên xwe parvebikin."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernav:"
Di demeke wiha da ku Tirkiye di dîroka komarê da di ceribandina herî krîtîk da derbas dibe, helbet emê li hember wan kesên ku dixwazin binê keştiya ku tê da ne qul bikin, bertekê nîşan bidin. Helbet emê li hember wan kesan jî bisekinin ku ji dêvla li tenişta gel û dewleta xwe bin, diçin tenişta terorîstan û bi zimanê wan diaxivin. Emê her dem li dijî têkderên îstiqrar û ewlehiyê bin û her dem jî parêzvanê maf, huqûq û berjewendiyên gelê xwe bin. Ji ber ku em gumanê ji destnimêja xwe nakin, tu gumana me ji nimêja me jî tuneye.
Serokomar Erdogan der barê daxistina balafira Rûsyayê ya ku sînorên hewayê yên Tirkiyeyê îxlal kir da wiha got: "Qutiya reş hat vekirin. Dibêjin ji ber ku derbe xwariye agahiyên tê da nayên xwendin. Ji ber ku agahiyên di destê me da eşkere û rast in, di mijarê da gumana me tuneye. Hemû dinya dizane ku Tirkiye mafdar e, loma jî şovên propagandayê wê yên ku dixwazin jê feydeyê bigirin, mehçûp derxe.
Rûsyayê belkî naveroka qutiya reş nekarî deşîfre bike, lê vê bûyerê li welatê me gelek tişt deşîfre kir. Sed sal berê dema Herba Balkanan digotin 'Heta Enwer dikeve Edirneyê bila bulgar bikevinê'. Nûnerên îro yên vê fikrê çi dibêjin hûn dizanin. 'Heta Erdogan mafdar dertê, bila Pûtîn mafdar derê'. Me berê zen dikir ku alîgirên Yekîtiya Sovyetê sirf ji ber helwesta îdeolojîk wisa tevdigeriyan, lê îro sosyalîstên berê qaşo hin lîberal, hin neteweperest, hetta qaşo hin kesên neteweperwer di sefê Rûsyayê da cih digrin. Piştî ku me ev dît em me rastî ferq kir. Meger ev ne ji filan an jî bêvan fikrê ne, ev tenê dijminê vî milletî, vî welatî ne. Sifetên din ji bo domandina dijmintiyê wek navgîn bi kar anîne."