ANKARA
Alîkarê Serokwezrî Yalçin Akdogan beşdarî bernameya "Îskele Sancak"ê ya ku di Kanal 7yê de tê weşandin bû û der heqê meseleyên di rojevê de fikr û ramanên xwe parve kir.
Ji bo pirsa der heqê kovara Charlîe Hebdoyê diyar kir ku ji ber vê bûyerê divê meriv ji xwe re gelek tiştan hîn bibe, lewra piştî bûyerên qewimîn gelek tiştên ku divê meriv li ser bisekine hene.
Akdogan êrîşa li ser kovarê hat kirin jî şermezar kir û wiha got: "Me demildest êrîşa terorî ya li Parîsê şermezar kir. Qirkirina însanan a bi vî şeklî bi tu awayî nayê parastin, ev meseleyeke terorî ye û di vê mijarê de jî rê û rêzik û prensîbên me eşkere ne. Di ser de dem derbas nebû me helwesta xwe nîşan da. Em çalakiyên wiha red dikin. Birêz Serokwezîrê me çû tevlî meşê bû û vê tevgerê gelek dek û dolab xera kir lewra vê peyameke girîng di nav xwe de dihewand."
Alîkarê Serokwezîr ragihand ku rexnekirina pîrozbahiyên baweriyan ji bo azadiya çapemeniyê mijarek e ku hê jî li serê nîqaş tên kirin û wiha pê de çû: "Heke hûn heqaretê li pîrozbahiyên xelkekî bikin şeklê vê yekê pir jî girîng nîne. Lewra hûn di şeklê hunerê de yan di karîkaturê de û yan jî bi qunciknivîsê... Ev şekl çi be jî rastiya vê meseleyê naguherîne. Heke li meydanê heqaretek hebe bi çi formê dibe bila bibe ew heqaret e, ha bi karîkaturê, ha bi qunciknivîsê. Ev rastiyê naguherîne û heke ev heqaret be, heqaret e, êrîş be êrîş e, sûc be sûc e. Divê meriv viya jî ji hev veqetîne. (Em dikarin çêrî pêxemberê xwe bikin û dikarin çêrî yê we jî bikin). Ji bo tu kesî heqekî wiha tuneye. Ev nêrîna çewt a ku çêrî baweriyan dike wek pêşverûtî tê pêşkêşkirin. Bi rastî jî sedema wê dijminî û nijadperestiya ku li dijî Îslamê ye û îslamofobiya ku li Ewropayê belav dibe jî ev nêrîn in."
Akdogan der heqê karîkaturên Charlîe Hebdoyê de jî destnîşan kir ku ew hemû pêxemberan pîroz qebûl dikin û heqaret li kîjanî ji wan bê kirin ew vê yekê qebûl nakin û ji karîkaturên ku bi tirkî hatin weşandin jî got ku tiştekî ku pîrozbahiyên xelkê binpê dike divê di weşanan de cih negire yanî ev dişibe wê meseleya firotina şeytanokan a li taxa misilmanan.
Pêvajoya Çareseriyê
Ji Akdogan hat pirsîn "Gelo gavek û bangewaziyeke berbiçav a ji nameya Ocalan a ku di Adara 2013an de li meydana newrozê hat xwendin û xwest ku bila komên çekdar Tirkiyeyê biterikînin cuda dê hebe an na? Hûn tiştekî wisa hêvî dikin?"
Akdogan jî diyar kir ku li gor divê tiştekî wisa bê kirin û wiha axivî: "Di peyama ku Ocalan newroza 2013an da de hat gotin ku êdî dema çekan derbas bûye, bila çek neteqin, fikri bên nîqaşkirin, ev mesele ne bi teror û çekan bi siyaset û demokrasiyê hel dibe. Bicihbûna vê nêrînê pir girîng e. Yanî asta beriya çek danînê qebûlkirina çekdanînê ye. Di vê mijarê de pêşveçûn hebûn. Lê ji ber meseleya Kobanêyê û rûdanên ku herêmê qewimîn ev paradîgma derizî. Lewra li herêmê gelek rêxistinên çekdar hene û fikreke ku dibêjin heke di destê me de jî çek tunebin em ê ji holê bên rakirin bi cih bûye. Ji ber vê jî lazim e ku Ocalan ji bo pêşveçûna pêvajoyê peyameke ku gaveke pêşvetir bide avêtin bide."
Akdogan destnîşan kir ku ew dixwazin hemû rêxistinên bi şax û saziyên civakî yên sivîl beşdarî pêvajoya çareseriyê bibin û ji bo vê jî hewl û xebatên xwe didomînin.