Elif Orhan
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Hat ragihandin ku mezbateya Fatîh Mehmet Maçogluyê namzedê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) yê îdia dike digel ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da şaredarî qezenc kir lê digel wê nikare mezbateya xwe bistîne dê sibê bidinê.
Maçoglu li ber Şaredariya Tunceliyê bi partiyî û welatiyan ra daxuyanî da û got ku di hilbijartinan da piştî ku şaredartî qezenc kir ji bo ku mezbateya xwe bistîne bi lijneya hilbijartinê ra hevdîtin kirin.
Maçoglu qal kir ku digel hevdîtinên xwe nekarî ku dest bi peywirê bike û got ku "Digel îstişareyên ku em ji roja sêşemê ji saet 15.00an pê va bi lijneya hilbijartinê ya navçeyê ra dikin her çi sedemê ye em nizanin û em hê jî nikarin mezbateyê bistînin."
Maçoglu got ku bi serokê lijneya hilbijartinê ya navçeyê re duh ji bo ku mezbateya xwe bistîne hevdîtin kir û ji bo îro randevu danê û wiha axivî: "Dema îro em çûne ba xebatkarên lijneya hilbijartinê gotine me ku 'dê di çarçoveya telîmata serokê lijneya hilbijartinê bikarin mezbateya wî bidinê'. Paşê me bi serokê lijeya hilbijartinê ra hevdîtin kir. Lijneya hilbijartinê got ku ji ber ewlehî û kêmasiya xebatkaran dê mezbateyê sibê di navbera 09.00-09.30yî da bidin."
Maçoglu bi bîr xist ku Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven daxuyaniyeke wekî "Heke heta roja sêşemê ji saet 15.00ê li bajêr îtiraz tunebin dikarin ku mezbateyan bidinê û bal kişand ku li gelek bajarên Tirkiyeyê heke îtiraz tunebin mezbate hatin dayîn.
Maçoglu parast ku ji bo taloqkirina dayîna mezbateyê li bajêr pirsgirêka ewlehî û personelan tune û got heke di maweya dayîna mezbateyê de tesbît bikin ku îhmala hin kesan heye dê gilîdar bin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Navçeya Navend a Tunceliyê hat dayîn da jî ev hatin gotin:
"Mezbateya Fatîh Mehmet Maçogluyê ku di hilbijartinan da wek Şaredarê Tunceliyê hat hilbijartin dê bê amadekirin û 5ê nîsana 2019an de teslîmê wî bikin."