04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Di doza Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Gişyî yê HDPyê yê berê da bi hinceta di axaftina li Mêrsinê da "piçûkdîtina hezên ewlekariyê û eskeran" û heqareta li Ahmet Davutogluyê Serokwezîrê wê heyamê darizandinê dewam kir.
Demirtaşê di Saziya Ceza Înfazê ya Tîpa Fyê ya Edirneyê da girtî ye beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 14an a Mêrsinê hat dîtin nebû.
Parêzerê bersûc got ji ber ku dosye gîhandine hevdu muwekîlê wê dixwaze ku beşdarî rûniştinê bibe û parastineke berfireh bide.
Dadgerê mehkemeyê daxwaz red kir û biryar da ku bira Demirtaş ji ser Sîstema Dîtbarî (SEGBÎS) ra beşdarî rûniştinê bibe û ev ji bo wî ewledar e.
Ji bo temamkirina kêmasiyên dosyeyê rûniştin paşta avêtin dîrokeke din.