ORDU
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş der heqê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Provokasyon dibin, we bûyerên 6-7ê cotmehê dît, li Agiriyê bûyer diqewimin, dibe ku di heyama hilbijartinê de bûyerên din jî biqewimin, lêbelê her çi dibe bila bibe, li vî memleketî êdî 77 milyon insan dixwazin ku çek bêdeng bin û dayîk negirîn, ji ber vê emê biryardar vê bidomînin."
Kurtulmuş li memleketê xwe Orduyê ku ji vir namzedê rêza 1emîn ê AK Partiyê yê parlementeriyê ye li otêlekî ligel şaredar û nûnerên civaka sivîl re hat bal hev.
Kurtulmuş di destpêka axaftina xwe de ji ber piştgiriya xelkê Orduyê spasiya hazerûnê kir û diyar kir ku ev 13 sal in gel piştgiriya hewce dide AK Partiyê û bi xêra vê piştgiriyê ye ku li Tirkiyeyê hin tişt hatin kirin.
Kurtulmuş ji hin xizmetên ku hatin kirin nimûne da û axaftina xwe wiha domand:
"Aniha êdî armanca me ew e ku em di vê serdema nû de reformên siyasî, hiqûqî û aborî bêtir bi pêş bixin. Di vê serdemê de êdî aktorên siyasî bêyî ku di bin bandora partiyên siyasî de bimînin, bêyî ku îradeya gel were mudaxelekirin, ev reformên siyasî dê biçin serî. Ji ber vê em ji xelkê xwe ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê careke din piştgiriyê dixwazin. Di vê çarçoveyê de parlementoya serdema bê dê bibe parlementoya kutakirina reformên siyasî û hiqûqî yên Tirkiyeyê."
"Êdî Tirkiye venagere rojên berê"
Kurtulmuş got ew pê bawer in, ji bo ku Destûra Nû were çêkirin dê di parlementoyê de piraniyê pêk were û wiha diyar kir: "Êdî Tirkiye venagere rojên berê."
Pêvajoya çareseriyê
Kurtulmuş balkişand ku gîrîngtirîn meseleyeke Tirkiyeyê jî pêvajoya çareseriyê ye û ji ber vê pirsgirêkê di nava 30 salên dawîn de li Tirkiyeyê nêzî 50 hezar welatî mirin û Tirkiye 1,2 trîlyon dolar kete zirarê û wiha pê de çû:
"Pêvajoya çareseriyê ya ku Serokomarê me di serdema Serokwezîrtiya xwe de da destpêkirin, bi îzna Xwedê dê di îstiqameta xwe de bimeşe. Provokasyon dibin, we bûyerên 6-7ê cotmehê dît, li Agiriyê bûyer diqewimin, dibe ku di heyama hilbijartinê de bûyerên din jî biqewimin, lêbelê her çi dibe bira bibe, li vî memleketî êdî 77 milyon insan dixwazin ku çek bêdeng bin û dayîk negirîn, ji ber vê emê biryardar vê bidomînin. Lêbelê di herî dawî înşellah ev îradeya siyasî dê di demeke kurt de vê pirsgirêkê çareser bike û dê pêşiya Tirkiyeyê vebe."
Kurtulmuş destnîşan kir ku di nava vê tabloyê de serketina aştiyê ya Tirkiyeyê ya di warê çareseriyê de ji Ûkraynayê heya Balkanan dê ji bo herkesî bibe nimûneyeke baş û heviyeke mezin û got ku ji bo siberoja Tirkiyeyê ew daxwaza piştgiriya hemû welatiyan dikin.