ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî der barê êrîşê terorê ya li Agiriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku di 11ê nîsanê de îstixbarat gihişte wan dibe ku endamên rêxistina terore bên çalakiya fîdan çandinê ya li herêma gundê Tuteka Jor a navçeya Diyadînê û wiha hat gotin: "Ji bo beriyê bigirin ku endamên rêxistina terorê ya dabeşker 'bangeşeya çekdar' ji gel re bike, beriya hilbijartina ku nêz bûye tehdeyê li ser vîna azad a gel nekin û ewlehiya kesên ku beşdarî çalakiyê bûn bê pêkanînin, yekîneyên me yên jendirmeyan hatin peywirdarkirin."
Ji ser malpera wezaretê daxuyanî hat dayîn û dan zanîn ku di 4ê nîsanê de li Gungorana gundê Bazîda navçeya Agiriyê endamên rêxistina terorê ya dabeşker di lehê rêxistinê de propaganda kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku propagandakirin di demokrasiyan de mafeke demokratîk e û lê bi "propagandaya çekdar" tehdeya li ser vîna azad a gel tişteke wisa ye ku "nayê qebûlkirin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îstixbarat gihaşte me ku dê endamên rêxistina terorê bên çalakiya fîdan çandinê ya di 11ê nîsanê de ya li herêma gundê Tuteka Jor a Diyadina navçeya Agiriyê. Di vê çarçoveyê de ji bo tiştên ku li Gungorena gundê navçeya Bazîdê qewimîn neyên dubarekirin, beriyê bigirin ku endamên rêxistina terorê ya dabeşker 'bangeşeya çekdar' ji gel re bike, beriya hilbijartina ku nêz bûye tehdeyê li ser vîna azad a gel nekin û ewlehiya kesên ku beşdarî çalakiyê bûn bê pêkanînin, yekîneyên me yên jendirmeyan hatin peywirdarkirin.
Endamên rêxistinê gule barandin li ser yekîneyên me yên jendirmeyan ên ku hatin peywirdarkirin û di vê gulebarana ewil de 4 jendirmeyên me birîndar bûn. Di pevçûnê de 5 terorîst hatin kuştin û terorîstek jî bi birîndarî hat girtin. Bûyer dema ku derbasî herêmê dibûn qewimî û ev yek jî hesasiyeta me ya der barê nîzama kamûyê de piştrast dike û nîşan dide ku bergiriyên ku tên girtin hewcedar in."
Di daxuyaniyê de der barê tehliyekirina leşkerên birîndar de jî agahî hat dayîn û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Dora saet 05.10ê sibê endamên rêxistina terorê ya dabeşker gule barandin li ser yekîneyên me û di encama gulebaranê de 4 jendirmeyên me hatin tehliyekirin. Ji bo ku jendirmeyên birîndar bên tehliyekirin firokeyên tearûz û Skorskyê sewqî herêmê kirin û ji ber ku endamên rêxistinê firoke gulebaran kirin nekarîn ku muameleya tehliyekirinê bi cî bînin, di dema gulberanê de jî gule li firokeyekê ketin. Ji ber ewlehiyê ji bo ku welatî nekevin herêma pevçûnê bergirî hatin girtin û destûr nehat dayîn ku welatî bikevin herêmê. Lê belê saet dora 16.00an de hin welatî ji cihên vala yên erazî û zeviyên nêzî cihên kontrolê bi peyatî ketine herêma pevçûnê û întikalê herêma ku endamên rêxistinê guleyan dibarîne wir kirin."
Rewşa tenduristiya leşkerên birîndar
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di vê navberê de pevçûn rawestiyan, bi rawestanîna gulebaranê hêzên ewlehiyê bi lezgînî dest bi amadehiyên tehliyekirina birîndaran kir û wiha hat gotin: "Welatiyên ku pişt re ketin herêmê (nêzî 20-25 kesî) hatin cihê ku yekîneyên me wir in, digel ku hişyarî hat dayîn ku herêm cihê sûcê ye jî dîsa pêş ve çûn û gihan kozikên ku jendirmeyên me wir in."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dema ku jendirmeyan bi tûlûmên xewê yên jendirmeyan hewl didan ku leşkerên birîndar neqlê cihê ku firoke wir in bikin, welatiyan xwest ku arîkariya wan bikin û wiha hat gotin:
"Pişt re ji rexekî tûlûma xewê ya ku tê de birîndar hebûn girtin û bi vî awayî beşdarî faliyeta kêşanê bûn. Hem jendirmeyên me yên birîndar hem jî endamê rêxistina terorê li firokeyê siwar kirin û tehliyeya wan hat pêkanîn. Leşkerên me yên birîndar pêşî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agriyê û pişt re ew bi balafira ambûlans sewqî GATAyê kirin. Wek encam ji bo ku ewlehiya can û malê welatiyan pêk bînin, wan li hember her cure tehdeyê biparêzin dê ji niha pê ve jî bergiriyên hewcedar bên girtin."