Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
CRANS-MONTANA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva destnîşan kir li Konferansa Qibrisê ya li Swîsreyê dewam dike da Tirkiye helwest û niyeta herî baş nîşan dide û wiha got: "Lê divê qîmeta vê hebe. Mixabin heta îro terefê din helwesteke erênî nîşan nedaye. Dibe ku hin fikarên din jî hebin. Heta eşkerekirina hin belgeyan ku bi rastî û durustiyê nakevin jî qewimîn."
Çavuşoglu piştî civîna li Navenda Kongreyê ya li bajarê Crans-Montaanayê daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîr Çavuşoglu rexne li helwesta rûman girt û wiha axivî:"Em dizanin çi dixwazin. Me gelek gav avêtin. Lê divê qîmeta vê hebe. Mixabin heta îro terefê din helwesteke erênî nîşan nedaye. Dibe ku hin fikarên din jî hebin. Heta eşkerekirina hin belgeyan ku bi rastî û durustiyê nakevin jî qewimîn."