04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Berevaniyê Fikri Işik der barê operasyona li ser Efrînê de got: "Eger Efrîn ji bo Tirkiyê bibe tehdîdeke daîmî ya ewlehiyê, wê demê em ji kirina tiştê pêwîst paşde gav navêjin. Yanî eger tehdîda ji vê derê li ser me îcab bike ku em operasyonê bidin destpêkirin.
Işik, di bernameya televizyona TRT Haber de cewaba pirsên rojevê da.
Li ser pirseke der barê operasyonên terorê de Işik got heyama serî serkeftî ya mucadeleya li dijî terorê didin.
Işik diyar kir ku ji 23ê Tîrmeha 2015an heta niha 11 hezar terorîs hatine bêtesîrkirin û ev serkeftineke mezin e.
Îhtimala operasyoneke bejayî ya li ser Efrîna di destê rêxistina terorî PYD/PKK/YPGê de wiha nirxand:
"Tirkiye xwedî wî heq û hêzê ye ku her cure tehdîda li ser xwe di çavkaniya wê de îmha bike. Her êrişa ji Efrînê li gor qaîdeyên angajmanê bi mislê wê tê cewabdayîn. Lê eger Efrîn ji bo Tirkiyê bibe tehdîdeke daîmî ya ewlehiyê, wê demê em ji kirina tiştê pêwîst paşde gav navêjin. Yanî eger tehdîda ji vê derê li ser me îcab bike ku em operasyonê bidin destpêkirin, Tirkiye ji vê nareve. Hedefa me ya seretayî ewlehiya me ya neteweyî ye. Berterefkirina tehdîda li ser Tirkiyê ye. Di vê nuqteyê de esker, beşên me yê îstixbaratê û hêzên ewlehiyê xebatên xwe didomînin. Ne heqê tu kesî ye ku biryardariya Tirkiyê nîqaş bikin. Lewra em li vê herêmê dijîn. Welatê rastî tehdîda terorê tê Tirkiye ye."
Der barê vekişîna eskerên Rûsyayê ji Efrînê de jî Işik got: "Hê tiştekî zelal tuneye lê pêwendî berdewam in. Em li bendê ku Emrîka û Rûsya sozên xwe yên der barê derxistina PKK/PYD/YPGê ji Minbicê de bicih bînin."
Der heqê mucadeleya li dijî FETOyê de jî anî ziman ku dê îxracên nû jî di demeke nêzîk de çêbibin û bi tu awayî li hêsirên çavên endamên FETOyê nanêrin.