Elif Orhan
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Serokê Baroya Stenbolê yê berê û Arîkarê Serokê Giştî yê DSPyê Muammmer Aydin bû namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê DSPyê.
Serokê Giştî yê DSPyê Onder Aksakal daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek partî li 81 bajaran bi namzedên xwe dikevin hilbijartinê.
Aksakal bi bîr xist ku duh wek namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Şaredarê Çankayayê yê berê Haydar Yilmaz eşkere kirin û da zanîn ku îro jî piştî civînên vê lijneyên rayedar ên partiyê re namzedê Stenbolê diyar kirin.
Aksakal got ku "Serokê Baroya Stenbolê yê berê û Arîkarê Serokê Giştî yê DSPyê Muammmer Aydin bû namzedê me yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê DSPyê. Ez jê re serkeftinê dixwazim. Em ê di heyama pêşiya me de bi hev re DSPyê bikin îqtidar."
- "Em ê DSPyê bikin partiya lîder"
Muammer Aydin jî bal kişand ku DSPyê sê caran Tirkiye bi rê ve biriye û parast ku di vê hilbijartinê de DSP dê li Stenbolê serkeftinên girîng bi dest bixe û wiha axivî: "Em ê bi 39 namzedên xwe yên navçeyan re bixebitin û li Stenbolê di hilbijartinên herêmî de DSPyê bikin partiya lîder."
Aydin heyama 2002-2004, 2004-2006an de wek Endamê Hesabdariya Lijneya Birêvebiriyê ya Baroya Stenbolê, heyama 2006-2008an de jî wek endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Baroya Stenbolê peywir kir.
Aydin di 27ê cotmeha 2008an de wek Serokê Baroya Stenbolê hat hilbijartin di cotmeha 2013an de jî ew anîn ser peywira Arîkariya Serokê Giştî yê DSPyê.