19 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
VAN
Der heqê Hevserokê Giştî yê HDPyê Sezaî Temellî da ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "piçûkxistina gelê Tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, dezgeh û organên dewletê" yên ji ber axaftineke wî ya li çalakiyeke li Wanê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Temellî da ji ber sedemê ku di axaftina wî ya li "Hevdîtina bi Gel ra" ku ji aliyê Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê di 19ê Berfanbara 2018an da hat lidarxistin da unsûrên sûcê hene, lêpirsîn hat vekirin.
Ji ber ku Temellî, parlamenter e, Serdozgeriyê jî der heqê dosyeya Temelliyê ku ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "piçûkxistina gelê Tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, dezgeh û organên dewletê" der heqê wî da lêpirsîn dan destpêkirin, di çarçoveya madeya 146emîn a BHQya jimare 694 da "biryara bêpeywiriyê" da û dosye şand Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.