TBMM
Parlementerên BDPê yên Îstanbulê Sebahat Tuncel û Sirri Sûreyya Onder, Parlementerê Mersînê Ertugrul Kurkçu û Parlementerê Îstanbulê yê Serbixwe Levent Tûzel beriya kongreya ku dê di 26 û 27ê cotmehê de bê kirin, dê darbasî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibin.
BDP dê li rojhilatê wek BDP, li rojavayê jî wek HDP beşdarî hilbijartinan bibe û bi vî awayî dê jimara parlementerên wê biguhere.
Parlementera BDPê ya Îstanbulê Sebahat Tuncelê der barê mijarê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku dê di 26 û 27ê cotmehê de kongreya HDPê bicive û got ku dê li rojhilat bi BDPê, li rojava jî bi HDPê beşdarî hilbijartinan bibin.
Tuncelê got ji bo ku HDP hêzdar bibe guh didin fikr û ramanên hev û ji bo bidestxistina vê yekê jî difikirin ku hin parlementer di vê partiyê de bi cî bigirin.
Tuncelê got ku dê piştî cejnê diyar bikin ka dê kî di partiyê de cî bigire û di partiyê de nûkirinên çawa çêbin.
Tuncelê dest nîşan kir ku Kongreya Demokratîk a Gelan cihê hevpar yê tekoşîna gelek partiyan e û da zanîn ku hebûna di parlementoyê de ji bo berçavbûnê, li parlementoyê mudaxeleya siyasetê û gihaştina bêtir kesan bi bandortir e.
Tuncelê dest nîşan kir ku HDPê wek cihê daxwaza azadiyê ya kurdan, daxwaza baweriyê ya elewiyan, keda kedkaran û têkoşîna mafê jinan dibînin û got ji bo ku ev perspektîf di parlementoyê de bê nîşan dan, di parlementoyê de cî girtina vê partiyê gelekî girîng e.
Tuncelê got ku lê em dê di heman demê de bi parlementerên Blok/BDPê re hevpar tevbigerin. Rewşeke cuda tuneye.
Tuncelê diyar kir hat plankirin ku jimareke diyar parlementer derbasî HDPê bibin û dest nîşan kir ku wek kom berdewamiya BDPê gelekî girîng e. Tuncelê da zanîn, hat plankirin ku bi wê re Parlementerê Mersînê Ertugrul Kurkçu, Parlementerê Îstanbulê Sirri Sureyya Onder û Parlementerê Îstanbulê yê Serbixwe Levent Tûzel derbasî HDPê bibin.
"Ez ji bo ku tev li HDPê bibim serbixwe mam"
Parlementerê Îstanbulê yê Serbixwe Levent Tûzel diyar kir dema ku partiya blok hat damezrandin, ji bo ku tev li wê bibe serbixwe ma û got ku di dawiya cotmehê de bi Kongreya Demokratîk a Gelan dê darbas bibe.
Parlementerê Îstanbulê yê Serbixwe Levent Tûzel got ku dê wek hêzên blok, di qismeke girîng yê welat de bi navê HDPê bikevine hilbijartinan. Hebûna parlementeran ya di parlementoyê de ji bo xebatên partiyê yên piştî niha gelekî girîng e.
Tûzel got ku " HDK û HDP heta îro ji bo çareseriyeke demokratîk xebitîn, dê ji niha paş ve jî di nav hewldaneke wisa de bin. Wek partiya 5emîn ya parlementoyê helbet dê piştgiriyeke erênî bide daxwaz û hêviyên gel.
Di hilbijartinên heremî de stratejiya me ew e ku em li gor demokrasî, wekhevî û aştiyê yekitiya gel ava bikin. Dirûşima ' Em rêvebiriya xwe û gelê xwe bikin" ji bo vê yekê ye.