ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay got ku piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê, ew bi BDPyîyan re, yekîneyên îstîxbaratê jî bi kesên dersiyasetê re ketin têkiliyê. Atalay da zanîn ku pêvajo bi awayekî biryardar dewam dike.
Atalay da zanîn ku ew hêvî dikin bi munasebeta cejnê di dilan de hestên biratiyê germ bibin. Atalay dest nîşan kir ku AK Partî di çarçoveya îdeala "biratiya gelan" de gelek gavên girîng û pêwîst avêtin û Besteka Demokratîkbûnê jî nîşaneyeke van gavên erênî ye.
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay got: "Gel, di mijara sonda neteweyî û perwerdeya bi zimanê zikmakî de jî piştgirî dan me. Daxwaza me ew e ku welatî di qadeke bê şîdet de bijîn."
Em li ser şopa Dewleta Osmanî dimeşin
Atalay bertekên BDPê yên der barê Besteka Demokratîkbûnê de jî nirxandin û got ku gavên demokratîkbûnê yên 11 sal in tên avêtin, zêdetir kurdan aleqedar dike. Atalay ji xebatên AK Partiyê mînak dan û got: "Tirkiye bi vî awayî nikaribû dewam bike. Em li ser şopa Dewleta Osmanî dimeşin. Osmanî bi awayekî berfireh daxwazên gelê xwe bi cih dianî. Niha em jî dixwazin ku hemû welatiyên me li gor çand, ziman û baweriyên xwe bijîn."