26 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li Kerkûk û herêmên binîqaş kir da hişyarî da û got ku "îstiqrarê xerab dike".
Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NYê hat dayîn, hat ragihandin ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji ber ku hikûmeta Iraqê û HKIyê pirsgirêka navbera xwe di çarçoveya destûra bingehîn, şirîkatiyê da çareser nekirin, xemgîn bûye.
Di daxuyaniyê da hat gotin, referanduma ku hat kirin li dijî destûra bingehîn ya Iraqê ye û digel îtirazên rayedarên iraqî, welatên cînar û civata navneteweyî yek alî hat îlankirin û li herêmên binîqaş ên ku di destê pêşmergeyan da ne jî hat kirin. Li gor daxuyaniyê "Li herêmên binîqaş lidarxistina referandumê bi taybetî jî li Kerkûkê, îstiqrarê xerab dike."