Dlshad Saifaalddin Ahmed
22 Gulan 2017•Rojanekirin: 23 Gulan 2017
SILÊMANÎ
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Sekreterê Mekteba Siyasî Fazil Mîranî, endamên Mekteba Siyasî Roj Nûrî Şawez, Hoşyar Zebarî, Mehmûd Mihemed li Silêmaniyê çû ser gora Serokê Goranê Newşîrwan Mistefa.
Barzanî digel heyeta bi xwe re tacegulek danî ser mezelê Mistefa û dua kir.
Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re ji aliyê malbata Newşîrwan Mistefa hatin pêşwazîkirin û piştre danîna tacegulê dîsa berê xwe dan mala Serokê Goranê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kêliya danîna tacegulê de ji bo rojnamevanan axivî û got ew wek heyeta PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine Silêmaniyê da ku serxweşiyê li mala Mistefa bikin û hevxemiya xwe bi wan re parve bikin.
Ew wiha axivî:
"Bêguman Kak Newşîrwan wek serkirdeyekî vî welatî şayanê rêz û teqdîrê ye. Dema em temaşeya hemû jiyana wî dikin em dibînin ku ji bo bîr û baweriya ku qenaeta wî pê hebû têkoşîn kiriye. Hemû jiyana xwe ji bo xelkê xwe serf kiriye.
Em li ser navê rêveberiya PDK û Kak Mesû Barzanî serxweşiyê li malbata rehmetî û hemû endam û alîgir û dostên Kak Newşîrwan dikin."