Nihat Kavşut
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
ANKARA
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ji bo nîqaşên li ser Artêşa Ewropayê da wiha got: "Ev cihêbûneke pir mezin e. Pênc sal yan jî sê sal berê li ser tiştekî wiha nedihat fikirîn. Ev bi awayekî zelal nîşan dide ku di 'Îtifaqa Transatlantîkê' da derz çêbûye."
Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bo nîqaşên li ser Artêşa Ewropayê da wiha got: "Ev cihêbûneke pir mezin e. Pênc sal yan jî sê sal berê li ser tiştekî wiha nedihat fikirîn. Ev bi awayekî zelal nîşan dide ku di 'Îtifaqa Transatlantîkê' da derz çêbûye."
Çelikê Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir mimkun nîne ku konsepta ewlekariyê ya ku Tirkiye di nav da tunebe were avakirin û wiha got: "Çi NATO çi Artêşa Ewropayê, ewlekariya Balkanan dema mirov herêma Rojhilata Navîn û herêma Kafkasyayê jî pê ra bifikire, bêyî Tirkiyeyê edilandina ewlekariya Ewropayê ne pêkan e."
Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê teqîna li baregeha Hekariyê çêbû da diyar kir rapor li ber temamkirinê ye û got wezîrê me yê Parastina Neteweyî diyar kir ku îro yan jî sibê wê bê eşkerekirin.
Çelik der barê kuştina Cemal Kaşikçi destnîşan kir ev bêyî fermaneke payebilind naqewime û got hemû dinya li vê bersivê digire: Kê vê fermana payebilind daye?
Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bona gotinên Wezîrê Karên Derva yê Fransayê yên der barê Serokomar Erdogan da got ku em bi eşkereyî û rasterast gotinên Wezîrê Karên Derva yê Fransayê şermezar dikin.
Omer Çelik der barê vekişîna Tirkiyeyê ya ji Konferansa Libyayê da wiha axivî: "Heyeta me bi awayekî rast û baş Komara Tirkiyeyê temsîl kir û destnîşan kir ku vê muemeleyê qebûl nake. Bi şêwra bi Serokomarê me ra ji konferansê vekişiya."
Çelik der barê Îtifaqa Cumhur da diyar kir îtifaq li ser xwe ye û didome û got em hewldan û lêgerînên partiyên din ku li ser mijarên curbecur dimeşînin dişopînin.
Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bona nîqaşên li ser azana bi Tirkî jî wiha peyivî: "Erênî ye ku kesê dijî azana me bêhurmetiyê kir sewqî lijneya disîplînê kirin, lê pêwîstiya CHPyê bi guherîn û rojanekirineke mezin heye."