Li Komîsyona Karên Navxweyî ya TBMMyê nîqaşên li ser Pêşnûmaya Qanûna Der Heqê Bihêzkirina Hevkariya Civakî û Bidawîbûna Terorê ya der barê pêvajoya çareseriyê de didomin.
Wezîr Atalay di axaftina xwe ya komîsyonê de diyar kir ku hikûmetên Ak Partiyê ji sala 2002yan bigre heta niha bê navber hewl daye ku pirsa kurd û sedemên wê ji binî ve çareser bike û ji rojeva welat derxîne. Atalay bal kişand ku ûnsura sereke ya paradîgma û stratejiya nû ya ku çareseriyê ji xwe re dike navend pêşîlêgirtina qadên îstismarê yên der heqê vê mijarê de ye û wiha pê de çû: "Hikûmetên me di vî wextî de hewl da ku welatiyên xwe qezenc bike û baweriya wan a bi dewletê têkûz bike û ji bo zemîna ku ev bi salan e teror îstismar dike, ji holê rake gelekî rîskên mezin hildaye û xebatên mezin kiriye."
Atalay destnîşan kir ku pêngavên demokratîkbûnê, sivîlbûnê û asayîbûnê yên ku ji bo xêra hemû gel hatin avêtin pêşiya Tirkiyeyê vekir.