Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç gotina "Pirsgirêka kurdan ya bendê tuneye" ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi bîr xist û wiha dewam kir: "Kurd rayên xwe didin AK Partiyê û partiyên din. Ew partiya ku raya xwe didinê layiqê nûnertiyê dibînin. Nûnerê kurdan bi tenê HDP nîne û tu car jî nebû. Têkiliyên HDPê bi PKKê re hene, bi KCK û Qendîlê re hene."
Arinç beşdarî bernameya taybet a ku bi munasebeta hilbijartinê di Olay TVyê de zindî hat weşandin bû û diyar kir ku li gelek welatên Ewropayê beşdarbûna hilbijartinê kêm e ji bo vê yekê jî hilbijartina Parlementoya Yekîtiya Ewropayê (YE) mînak nîşan da û got ku beşdarbûn ji sedî heta 22yan daket.
Alîkarê Serokwezîr Arinç destnîşan kir ku di hilbijartinê de dîsa ewê bibin xwediyê desthilatdariyê û tu gumana wan jî ji vê yekê tuneye li cihên herî zehmet geriya û çû Şirnex, Batman, Mêrdîn, Diyarbekir, Wan, Sêrt, Tûncelî û gelek bajarên din û wiha dewam kir: "Belê li hin deran ji hêla HDPyê ve gelek tundî, gef, şantaj hene û em ji wan re dibêjin wêrek bin, destê xwe bidin ser wîcdana xwe, em ê sandiqan biparêzin, ji bo vê me qanûn derxist û hemû tewdîrên ku hewce dikin girt. Lê heke hûn hê jî ji van gefan aciz bibin û bitirsin Xwedê neke ev yek wê li Tirkiyeyê bibe sebeba gelek encaman."
Arinç ragihand ku her sê partî bûne yek û bi AK Partiyê re têdikoşin û meseleya bendê ya bo HDPyê jî jê hat pirsîn û wî jî got ku ev pirsgirêk bi tenê ne ji bo HDPyê ye ji bo hemû partiyan dewam dike.
"Ji tirsê re mêranî tuneye"
Alîkarê Serokwezîr Arinç bal kişand ser hewl û xebatên partiyan ku ji bo hilbijartinê dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji tirsê re mêranî tuneye. Bi tirsê partiyek li piya namîne. Îro ray hildidî sibê ev milet wê ray nede û wê rezîl bibin. Hûn jî li gor wîjdana xwe tevbigerin û ray wek şîrê diya we ye dilê we kê bixwaze bidin wî. Milet ev peyam fehm kir. Niha meseleya me ne derbasbûna HDPyê ya ji bendê ye ew pirsgirêka wan e. Serokwezîrê me çi dibêje 'Pirsgirêka kurdan ya bendê tuneye.' Kurd rayên xwe didin AK Partiyê û partiyên din. Ew partiya ku raya xwe didinê layiqê nûnertiyê dibînin. Nûnerê kurdan bi tenê HDP nîne û tu car jî nebû. Têkiliyên HDPyê bi PKKê re hene, bi KCK û Qendîlê re hene."