25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Lutfî Elvan der heqê operasyonên ku li dijî rêxistina terorê de tên birêvebirin de got: "Heta niha nêzî 200 endamên rêxistinê hatin kuştin. Ev tax û navçeyên me heta ku ji rêxistina terorê bên paqijkirin wê operasyonên me dewam bikin."
Lutfî Elvanê Alîkarê Serokwezîr ku mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Ajansiyê ye destnîşan kir ji bo esnafên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê zirar dîtin hin tevdîr hildane û got ku heger hewce bike wê hin tevdîrên din jî hildin.
Alîkarê Serokwezîr Elvan bo serdana Demirtaş a li Rûsyayê û xeberdanên wî yên li wê derê kiribû de jî wiha got: "Gelê me, bi taybetî jî welatiyên ku ray dane HDPyê bi serdana li Rûsyayê dîtin ku HDP partiyeke çawa ye û li dijî welêt di nav bêbextiyeke çawa da ye.
Demirtaşê ku tenbûr dida destê xwe û kanal bi kanal digeriya û bi saya hin medyayan reklama wî dihat kirin, ev e. Niha binivîsînin, gelo Demirtaş bi tembûra xwe çû? Ji bo ji Lavrov û Pûtîn ra li tembûrê bixe çû, ji bo çi çû?"
Lutfî Elvanê Alîkarê Serokwezîr der barê biryara Rûsyayê ya ji bo sepandinên aboriyê da wiha got: "Em ê bisekinin û bibînin ku wê çi bikin û kîjan sepandinan pêk bînin. Helbet heger wiha bikin em ê jî hin tiştan bikin. Planên me yên B û Cyê hene. Ev hemû amade ne. Dema ku Rûsya sepandinên xwe bike, em ê jî hin gavan biavêjin."
Lutfî Elvanê Alîkarê Serokwezîr wiha got: "Bankeya Navendî saziyeke serbixwe ye û biryarên xwe hildide. Bi tu awayî midaxeleya hikûmeta me ya li ser Bankeya Navendî tuneye. EZ dixwazim vê bi eşkereyî bibêjim. Ez wisa difikirim ku bankeyê geşedanan baş fehm kiriye û dîsa wê li gor geşedanan nexşerêya ku daye ber xwe tevbigere."
Alîkarê Serokwezîr Lutfî Elvan: "ODTU di qada navneteweyî de berpirsyariyeke înternetê hildabû ser xwe. Lê me di wextê de Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) ava kir. BTK bi navbeynkariya Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê diyar kir ku vê berpirsyariyê dewrî wan bikirin û ji ODTUyê xwest ku bila vê berpirsyariya xwe dewr bike. Lê ODTU di vê mijarê de înyadê dike. Ya rastî verastkirinên qanûnî hene û ez wisa texmîn dikim ku vî rektorê hanê jî xwe wekî împarator dibîne divê herkes bi hedê xwe bizanibe."