25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Gotina Hevserokê Giştî yê HDPê ya 'Xeletî bû ku Tirkiyeyê firokeya ûris daxist' yekcar rezalet û îxanet e."
Davutoglu destnîşan kir ku firokeyên ûris li Heleb, Îdlib û Bayirbûcakê tirkmen, ereb û kurdên mesûm didin ber bombeyan û wiha dewam kir: "Lê ew jî bi rev diçe Rûsyayê û piştgiriya xwe eşkere dike. Ev bi awayekî zelal îxaneta vî miletî ye. Ev xwenezanîneke eşkere ye."
Serokwezîr Davutoglu li ATO Congresîûmê beşdarî Merasima Xelatên Muteşebîsiyê û KOBIyê ya 4an a KOSGEBê bû û 41 muteşebisên ku bûbûn fînalîstên KOSGEBê û ewan pîroz kir û hêvî kir ku serfiraziya wan her tim dewam bike.
- "Parlementerên wiha layiqê we ne"
Serokwezîr Davutoglu xeberdana Eren Erdemê Parlementerê CHPê ye jî nirxand û got: "Mixabin Serokê Giştî yê CHPê û rêveberiya wê bi bertekeke baş û eşkere nîşanî wî xayinê ku ev îfade bi kar anî, îznat avêt ser Tirkiyeyê û zirar da îtibara wê nedan. Berevajiyê wê rabûn û gotin ku em parlementerê xwe nakin qurban. Birêz Kiliçdaroglu derdekî me yê ku em parlementerê yekî bikin qurban tuneye. Parlementerê we li we bi xêr û bimbarek be. Jixwe parlementerekî wiha jî layiqê we ye."