ÎSTANBÛL
Hin gumanbarên ku di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" a di ewlehiyê de hatin binçavkirin, sewqî ewlehiyê kirin.
Komek di çarçoveya lêpirsîna "guhdarkirina dereqanûnî" û "sixurî"yê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Îstanbûlê dikir de, hatin binçavkirin. Muameleyên komê yên li Midûriya Ewlehiyê ya Îstanbûlê temam bûn.
Tîmên Şûbeya têkoşîna bi terorê re gumanbar bi otobêsên polêsan sewqî Dadgeha Îstanbûlê ya li Çaglayanê kirin.
Ji kesên ku di çarçoveya lêpirsîna "guhdarîkirina dereqanûnî" de li Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Îstabûlê hatin binçavkirin, 22 kes duh sewqî edliyeyê kiribûn, ji wan 14 kesan bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê, 8 kesan jî serbest berdabûn.