MARDÎN
Komeke ji BDPê ji bo ku înşaeta dîwara îstinadê ya li ku ser sînor tê çêkirin bê sekinandin, çalakî li dar xistin. Şaredara Nisêybînê Ayşe Gokhan û Serokê Şaxa BDPê ya Mardînê Reşat Kaymaz çûn nav eraziya bimayîn, li ser vê yekê navber dan xebatên çêkirina dîwarê.
Koma ku Şaredara Nisêybînê Ayşe Gokhan û Serokê BDPê yê Şaxa Mardînê Reşat Kaymaz jî di nav de bû, li Nisêybînê li ber Dibistana Navîn ya Yildirimê kom bûn.
Kom piştre heta Xara Trênê ya Nisêybînê meşiya. Kom heta ser sînorê hat û ji komê Şaredar Gokhan û Serokê BDPê yê Şaxa Mardînê Kaymaz ji bo ku nehêlin makîneya kar ya ku di înşeata dîwara îstinadê ya li ser sînorê de dixebite, neşixule çûn nav eraziya bimayîn.
Li ser vê yekê ji erebeyeke leşkerî hişyarî dan ku di nav eraziyê de mayîn hene. Piştî hişyariyê Gokhan û Kaymaz derketin li ser dîwarê di navbera leşkerî û eraziya bimayîn de ye.
Hêzên ewlehiyê ketin navberê, li ser vê yekê navber dan çêkirina dîwarê. Gokhan û Kaymaz jî ji ser dîwarê daketin û derbasî herêma ewledar bûn.