21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku li dijî PKKya rêxistina terorê operasyonên herî kêrhatî yên 30 salî hatin kirin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya "Tirkiye di Rêya Sandiqê de, bi Serokwezîr re Taybet" a di Show TVyê de, bû û di bernameyê de, pirsên rojnamegeran ên derheqê rojevê de bersivandin.
Davutoglu got: "Heke ku şert û merc, konjoktur guherîbin, divê mirov bi polîtîkayên nû xîtabî wê konjokturê bike. Em wiha tevdigerin, di danezana hilbijartinê de jî îşaretên vê hene. Di 4ê mijdarê de ew yek dê zelaltir bixuye."
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ser hilbijartinên 7ê hezîranê û wiha dewam kir:
"Serkeftina herî mezin a AK Partiyê ew e ku, ji mirovên cuda sûdê werdigre. Çavkaniyên wê yên mirovan dewlemend in. Di vê heyamê de bû qada ku lê erkdarên dewletê tên gihandin, perwerdekirin. Ev jî dewlemendiyek e."
Davutoglu got, "Armanca me ew e ku, em xwe dîsa bihêz bikin û benda ji sedî 50yî derbas bikin."
-Divê HDP, dev ji durûtiyê berde
Davutoglu bal kişand ser helwesta HDPyê û wiha axivî: "Divê HDP, berî her tiştî dev ji durûtiyê berde. Berî ku li serokomarê me heqaretê dike divê berê xwe bide Qendîlê û hesabê wan çekan bipirse. Gelo karê wan parlementeran li Çiyayê Cûdiyê çi heye? Bila bi rêya çekên ku di destê hinekan de ne xeber nedin, bila bi zimanê xwe xeber bidin."
Davutoglu got ku operasyonên herî kêrhatî yên 30 salî tên kirin û wiha pê de çû: "Ew xelekên ku wan hewl dida bi bangewaziyê ve bi hev du ve bikin, me şikand."
Serokwezîr Davutoglu behsa operasyonên li Cizîrê hatin kirin de jî got "Ji bo ku gelê herêmê yê sivîl nemire me li herêmê derketina derve qedexe kir."
-452 baregehên PKKyê wêran bûn
Davutoglu got ku piştî 23yê tîrmehê, li hedefên PKKyê hat xistin û destnîşan kir ku 452 baregehên PKKyê serobin bûn.
-"PKK vegeriya salên 90î lê dewlet venegeriya"
Davutoglu got ku PKK vegeriya salên 90î lê dewlet venegeriya û wiha xeberda: "Aliyê ku kuştinên faîlê wê nediyar kir ew e."
Davutoglu diyar kir ku ew ji hemû çalakiyên li bakûrê Iraqê agahdar in û wiha got: "Em baş pê zanin ku li Bakûrê Iraqê kîjan rêxistina îstîxbaratê bi kê re li ser çi hevdîtinan dike, hedefên wan çi ne, li ser çi dipeyivin."