ERBÎL
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê Osman Baydemîr û Parlementera Serbixwe Leyla Zana ji bo ku bi Serokê Herêma Kurdistana Iraq a Federal (HKIF) Mesûd Barzanî re hevdîtinê bikin derbasî Hewlêrê bûn.
Baydemîr û Zanayê Nunertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Hewlêrê ziyaret kirin. Li vê derê bi rayedarên partiyê re hin hevdîtin kirin û piştî ku ji wê derê veqetin daxuyanî dan.
Osman Baydemîr got: "Bi piştgiriya Birêz Mesûd Barzanî tê çaverêkirin ku di demek kurt de li Hewlêrê civîneke bê kirin. Em ji civînê pir bi hêvîne û dixwazin ku deklerasyona wê bê belavkirin. Wisa tê hêvîkirin ku di wê deklerasyonê de fikr û ramanên hemû partiyên Rojava dê cih bigre. Partiyên Rojavayê jî li gor vê deklerasyonê dê tevbigerin û beşdarî konferansa Cenevre-2yê bibin. Ez wisa hêvî dikim ku ev deklerasyon ji bo yekîtiya kurdan bibe bingeh."
Baydemîr diyar kir ku beriya her tiştî pêwistiya kurdan bi yekîtî û bi hevrebûnê heye û ji bo vê jî çi ji destê wan bê dê bikin.
Rojnamevanekî ji Baydemir re got: "Gelo ew ê partiyên Kurd ên li Sûriyê beşdarî Konferansa Cenevre-2yê dê bibin yan na. Baydemîr jî got: "Hemû hêviyên me li gor vê ne. Kurd mihtacî hev in."
Parlementera Serbixwe ya Diyarbakirê Leyla Zanayê jî bal kişand ser bûyerên ku hatine serê kurdan û wiha got: "Gelek bûyerên ku kurd jê tiştan hîn bibin hatine serê wan. Kurdan dema ku bi hev du re tevgeriyane qezenc kirine lê dema ku di navbera wan de yekîtî tunebûye her tim winda kirine."
Zanayê bibîr xist ku berê gotibû sedsala 21emîn dê bibe ya kurdan û wiha dewam kir: "Ez dîsa dibêjim aştiya kurdan dê ji bo gelê mezlûm ên rojhilata navîn û dinyayê bibe mînak."
Zanayê destnîşan kir ku êdî pirsgirêkeke kurd nikaribin di navbera xwe de hel bikin tuneye û wiha dewam kir: "Kurd êdî ne ew kesên sala 1992an û ne jî yên sala 1996an in. Lazim e ku kurd di navbera xwe de guftûgoyê pêş ve bibin."
Zanayê bal kişand ser çapemeniyê û diyar kir ku yekîtî ne ji bo kurdan tenê divê di navbera çapemeniya kurdan de jî hebe.
Ji Zanayê hat pirsîn "Gelo Serokê PYDê Salih Muslîm dê bê Hewlêrê yan na? " Zanayê jî got: "Hêviya me jî ev e, Ev der mala Muslîm e, çima neyê?"
Li Hewlêrê di bin Seroktiya Mesûd Barzanî de dê civînek bê lidarxistin û hat diyarkirin ku ji bilî Baydemîr û Zanayê, nûnerên komên kurd yên Sûriyê jî dê beşdarî civînê bibin.