ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan vekirina komî ya 113 tesîsên ku ji aliyê Wezareta Daristan û Karên Avê ve hatibûn çêkirin kir.
Erdogan di merasîma vekirinê de xeberda û diyarkir ku ev 113 tesîs ji bo Tirkiyeyê bi xêr bin.
Serokwezîr qala hewl û xebatên Wezareta Daristan û Karên Avê kir û da zanîn ku wezaretê di sala 2010an de 110, di 2011an de 111, di 2012an de 112 û di 2013an de jî 113 tesîs çêkiriye. Yanî ev 4 salin ku li ser hev tesîsên ji aliyê wezaretê ve hatine çêkirin vedikin.
Erdogan destnîşan kir ku ji bo çêkirina 113 tesîsan 3 milyar û 250 milyon lîre hatiye xerc kirin.