Li gor pêşnûmayê welatî ji bo hîndekarî û perwerdeyê digel qursan dê bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî saziyên perwerdeyê jî vekin.
"Pêşnûmaya Qanûnê ya Ji Bo Pêşxistina Azadî û Mafên Bingehîn Di Hin Qanûnên Cûr Bi Cûr De Guherînê Dihundirîne" ya ku di Pakêta Demokratîkbûnê de cî digire pêşkêşî Serokatiya TBMMyê kirin.
Li gor pêşnûmayê di bangeşeya hilbijartinan de qedexeya bikaranîna zimanên ji bilî tirkî û cezayên ji ber vê qedexeyê dê bên rakirin. Di bangeşeyan de bikaranîna tirkî dê wek bingeh bê girtin. Di her cure bangeşeya ku dê partiyên siyasî û namzed bikin de, dê digel tirkî bikarin ziman û zaravayên cuda jî bi kar bînin.
Di birêvebiriyên partiyan de ji bo ku beşdarbûn û pirdengî zêde bibe verastkirin tên kirin. Li gor vê yekê partiyên siyasî bi şertê ku di rêziknameya wan ya navxweyî de cî bigire, dê bikarin sîstema hevserokatiyê bi kar bînin. Her hevserok dê girêdayî şertên ku ji bo serokê giştî derbasdar e, be. Hevserok dê ji du kesan jor nebin.
- Li bajarokan lêferzkirina damezrandina rêxistinbûnê tune
Arîkariyên ku dewlet dide partiyên siyasî, tenê dê ji bo hewceyî û xebatên partiyê bê bi kar anîn.
Arîkariya dewletê ya aborî ku didin partiyên siyasî yên ku ji hilbijartinên parlementeran ji sedî 7an zêdetir ray sitandine, dikin dê bidin partiyên ku ji sedî 3yan zêdetir ray sitandine jî bikin. Arîkarî dê ji milyonek TLyî kêmtir nebe. Ji bo vê yekê dê her sal têra xwe pereyî bidin Wezareta Darayiyê.
- Di cihên girtî dê bikarin heta saet 24.00an civînê bikin.
Li gor pêşnûmayê di diyarkirina cih û guzergahên bikaranîna mafê civîn û meşa xwepêşandanê de, dê serî li nêrinên partiyên ku di parlementoyê de cî digirin, rêxistinên pîşeyan û sendîka jî bidin.
Civînên li cihên vekirî wekî ku heta rojavabûnê belav bibe, yên li cihên girtî jî dê bikarin heta saet 24.00an bikin.
Di meşên xwepêşandanê û civînan de dîmen û dengê beşdar û axêveran dê bi destê hezên ewlehiyê bên qeydkirin. Dîmen û qeydên ku hatin bidestxistin, j bilî tespîtkirina delîlên sûc û gumanbaran de dê ji bo tu armancê neyên bikaranîn.
- Raye û peywira komîserên hikûmetê didin Lijneya Verastkirinê
Raye û peywira ku didan komîserên hikûmetê didin Lijneya Verastkirinê. Lijneya Verastkirinê, dema ku dît civîn ji armanca xwe dûr dikeve û ne gengaz e ku bi awayekî nizamî bê kirin, dikare birayara belavbûnê bide û rewşê dê rabigihîne amîrên hêzên ewlehiyê. Di rewşên wihe de "Serokê lijneyê heke digel tevdîrên ku hatin girtin, nizam neyê bidestxistin, dikare ji komîserê hikûmetê bixwaze ku civînê biqedîne."
- Mafê hînbûn û perwerdeyê
Bi pêşnûmaya qanûna der barê hin guhertinên cur bi cur yên ji bo pêşxistina azadî û mafên bingehîn, ji bo ku mafê perwerdehiyê xwendekaran neyê astengkirin hin verastkirin tên kirin. Li gor vê yekê heke bibin asteng ku xwendekar nekarin ji mafê perwerdeyê sûd wergirin, dê ew çax bikarin ji du salan heta pênc salan cezayê hepsê bidin kesên vê dikin.
- Mudaxeleya li ser jiyanê di çarçoveya sûcê de ye
Bi pêşnûmayê "astengkirina bicîanîna ferzên baweriyê" jî di çarçoveya sûcê de cî digire. Li gor vê yekê heke bicîanîna baweriyan bê astengkirin dê bikarin der barê kiryaran de ji salekê heta sê salan cezayê hepsê bixwazin. Der barê kesên ku bi zorî û tehdeyê û tevgerên dereqanûnî mudaxeleyê li ser jiyan û baweriyan bikin de jî dibe heman cezayî bixwazin.
- Sûcê rikê
Bi pêşnûmayê digel "cudakariyê", " sûcê rikê" jî dikeve çarçoveya qanûnê. Bi vî awayî destnîşan dikin ku sûcê ku tê behskirin jî cudakariya girêdayî sûcê rikê ye.
Li gor vê yekê kesên ku ji ber nefreta ku cudahiyên ziman, nijad, netewe, reng, zayend, astengîbûn, fikrên siyasî, baweriya felsefî, dîn û mezhebê, nehêle ku mirov ji xizmetên kamûyê sûd wergire, milk bên firotin û bên îcarkirin, bikeve kar û beşdarî çalakiyeke aboriyê ya awarte bibe, dê ji salekê heta sê salan bi cezayê hepsê bên cezakirin.
- Navê gundan dê paşve bê dayîn
Navên berê yên gundan dê bikarin paş ve bidin. Qanûna ku derfet dida ku heta niha navê gundan yên ku tirkî nînin bên guhertin û bikin tirkî, tê rakirin û bi vî awayî ev sepan jî ji holê radibe.
Astengkirinên endambûna partiyên siyasî tên rakirin. Madeya ji bo kesên ku sûc kirine, ji bo ku ev kes bikarin bibin endamên partiyên siyasî dê vê madeyê rakin.
Li gor qedexeya Qanûna Der Barê Bikaranîn û Qebûlkirina Herfên Tirkî û Qanûna Der barê Şewqeyê de tevgerîn jî êdî sûc nîne.